Derpkirina Parlamenterên HDP’ê hat şermezarkirin

  • 14:39 9 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û çalakiyên girtîgehan duh  li Amedê Parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi daxuniyekê dest bi greva birçîbûnê kirin û bi şev ji aliyê polîsan ve bineya HDP’ê hate dorpêçkirin û serdegirtin. Parlamenter hatine derpkirin. Li Wanê rêxistinan êrîş bi daxuyaniyê şermezar kir. 
 
Bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û li girtîgehan belav bû. Li Amedê Parlamenterên HDP’ê  yên Wanê Tayîp Temel û  Murat Sarisaç  ji bo ku piştgiriyê çalakiyan duh bi dadaxuyaniyekê li avahiya HDP’ê dest bi greva birçîbûnê kirin û bi şev ji aliyê polîsan ve bina hate dorpêçkirin û serdergirtin. Di encama serdegirtinê de Parlamenter hatine derpkirin. Li avahiya HDP’ê bi tevlîbûnê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynur Tarhan, endamên DTK, aktivîstên TJA’yê daxuyanî hate dayîn. 
 
‘Em vê bêhiquqiyê qebûl nakin’
 
Daxuyanî ji aliyê revebira HDP’ê Nesîbe Akdag ve hate xwendin. Nesibeyê, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got:” Berxwedana Leyla Guven di roja xwe ya 122’an de didome. Ev berxwedana her roj belav dibe û mezin dibe. Niha bi dehan hevalên me berxwe didin. Ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê li gel Parlamenterên me 6 kesan duh li Amedê ketine greva birçîbûnê. Lê ev çalakiya demokratîk duh şevan bi serdgirtinê hate dorpêçkirin û di wê encamê de parlamenterên me hatine derpkirin û hevalên me hatine binçavkirin. Em serdegirtina HDP’ê şermezar dikin û vê bihiquqiyê qebûl nakin.” 
 
‘Daxwaza Leyla Guven daxwaziya me ye’
 
Nesibeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê demokratîk e û wiha dom kir;” Em bi hikumeteke êrîşkar re rû bi rû ne. Daxwaza birêz Leyla Guven û ya hevalên me daxwaza me ye. Em dev ji vê daxwaza xwe bernadin. Ev bêquqî ye dijminahiya li dijî gelê kurd e. Êrîşên ser parlamenterên me bi fermana serokwezîr û wezîrê navxweyî Suleyman Soylu ve hatine dayin.“
 
‘Em bang dikin bi lez tecrîtê bi dawî bikin’
 
Nesibeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir û wiha bi dawî kir;” Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku tecrîtê bi lez bi dawî bike. Dawîkirina tecrîtê ji bo berjewendiyên tirkiyeyê pêkan e. Em bang li gelê xwe dikin ku, vîna xwe tenê nehêlin. Em êrîşên ser HDP’ê şermezar dikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Dewleta faşîst dest nede parlamenterên me’ bi dawî bû.