'Em ê heta dawiya jiyana xwe hesabê vê êrîşê bipirsin'
- 14:01 9 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk di têkildarî serdegirtina avahiya HDP’ê ya Amedê de daxuyanî da û got: “Tiştên ku hatin kirin di hiqûqê de cih nagire. Îktîdar niha bi awayekî kêyfî êrîş dike. Em ê heta dawiya jiyana xwe hesabê vî êrîşê bipirsin.”
Duh bi şev bi dehan polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê de girtibû û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kiribûn. Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî serdegirtinê li Parqa Karayollari bi girseyî daxuyanî da û serdegirtin şermezar kir. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Tuma Çelîk, rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyê û gelek welatî tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axivî.
Tuma, anî ziman ku her roj bi êrîşên îktîdarê rû bi rû dimînin û duh êvarê jî heman êrîşê jiyane û wiha got: “Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye û 10 hevalên me jî ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Lê polîsan duh êvarê li ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtin û 7 hevalên me kirin bin çavan. Her wiha polîsan parlementerên me derp kirin. Em dixwazin vê bêjin; ev tiştên ku hatin kirin di hiqûqê de cih nagire. Îktîdar niha bi awayekî kêyfî êrîş dike. Em ê heta dawiya jiyana xwe hesabê vê êrîşê bipirsin. Em ê bi têkoşîna Leyla Guven û hevalên ku di girtîgehan de dest bi grevên biçîbûnê kirine vê tecrîdê bişkînin.”
Tuma, di berdewamiya axaftina xwe de got ku dê di hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê de bersivê bidin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi taybetî kesên ku dibin zextên dewletê de ne bila dev ji vî sûcî berdin. Em dixwazin ku demildest bikevin nav çerçoveya hiqûqê. Kesên ku vê bêhiqîqî û bêadeletiyê dikin em ê hesab ji wan bipirsin.”
Tuma, di dawiya axaftina xwe de derbkirina parlementeran şermezar kir.
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.