Rêxistina HDP’a Amedê: Wekî îstilaya mogolê bû
- 13:58 9 Adar 2019
- Rojane
AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari têkildarî serdegirtina avahiya wan a HDP’ê daxuyanî da û got: “Bi ser de girtina partiya me dişibe dagirkirina Mogolan. Ji bo me qetil bikin htaibûn.”
Duh bi şev bi dehan polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajer a Amedê de girtibû û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kiribûn. Rêxistina HDP’ê têkildarî serdegirtinê li ber avahiya partiya xwe bi girseyî daxuyanî da û serdegirtin şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê dîsa bi dehan polîs avahiya HDP’ê dorpêç kirin. Polîsan diyar kir ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê, li ser vê yekê di navbera polîsan û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari de nîqaş derket.
Polîsan xwest HDP’î daxuyaniyê li hundir bidin. Lê HDP’î bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Midurek polîsan ji HDP’iyan re got: “Ez dewlet im.” Farisogullari jî bersiv da polîs û got: “Dewleta wek te bila qet tune be. Em ê li ber derî daxuyanî bidin.”
Tevî gefên polîsan ên mudaxeleyê jî HDP’ê daxuyanî da. Li ser navê girseyê Musa Farisogullari axivî û bi bîr xist ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê di roja 122’yemîn de greva birçîbûnê didomîne û got: “Ev daxwazek herî rewa û hiqûqî ye. Her ku diçe çalakî berbelav dibin. Di 3’ê adarê de 5 hevalên me ketin greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin û tevî ku hatin berdan jî carek din hatin binçavkirin. Duh bi şev bi hezaran polîs bi ser avahiya me de girtin û dagirkirin. Partiyek ku li gorî makeqanûnê xebatên xwe yên siyasî dike hûn nikarin dagir bikin. Ev bêhiqûqî ye. Tevî hemû astengiyan jî êrîşî me kirin û ketin hundir.”
Musa gotinên xwe domand: “Polîsa ji bo me qetil bikin hatibûn. Bi dijminahiyek li dijî kurdan hatibûn. Bi kîn û nefretek mezin bi ser me de girtin. Ez dixwazim diyar bikim qonaxa em gihîştinê dixwazin bi komî me qetil bikin. Em van pêkanînên polîsan ên kêfî qebûl nakin. Polîan êrîşî parlamenterên bi vîna gel hatine bijartin kirin. Rêveberên me û hemû kesên li vir bi komkujiyê re hevrû ma. Çawa ketin hundir; wek dagirkirina Mogolan ketin avahiyê. Hevalên me yên ku bi daxwaza herî rewa di greva birçîbûnê de ne hatin binçavkirin. Bêhiqûqiyek wiha dibe gelo?”
Musa bal kişand ser daxuyaniya “Welat terk bikin” a Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û wiha got: “Kesek dixwaze me ji welatê me biqewirîne. Dewletek wisa nabe. Qirkirina gelê kurd wê feydeyê li kî bike. Tu feydeyê li gelê tirk nake. Ji bo îktîdara xwe dixwazin me qir bikin. Duh bi şev bi çekên lûle dirêj ketin avahiya me û dixwazin tirsê ava bikin. Avahiya me xistin halê ne hala. Derî û camên me şikandin. Em van pêkanînên antî demorkatîk şermezar dikin.”
Musa anî ziman ku tevî ewqas zilm û zextan jî daxwaza wan ew e welatek demokratîk ava bikin û got: “Armanca me ne dabeşkirina Tirkiyeyê ye û ji ber daxwazên me yên demokratîk me terorîst îlan dikin.”
Musa xwest hevalên wan hatine binçavkirin demildest bên berdan û got: “Wê tû zext û êrîş nikaribin têkoşîna me bidin xelaskirin. Em ê heta dawiyê li dijî vê bêhiqûqî û zextan li ber xwe bidin û têbikoşin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û lêdana çepikan bi dawî bû.