Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Saliha Aydenîz
- 12:31 9 Adar 2019
- Rojane
AMED - Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku duh bi şev di kêliya serdegirtina avahiya partiya wan de polîsan pihîna lê xistiye û polîsan dest daniye ser telefona wê.
Parlamenterên HDP’ê jî di nav de koma ji 10 kesan pêk tê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomandin. Polîsan deriyê avahiya HDP’ê şikandin û bi ser avahiyê de girtin. Polîsên cam û derî şikandin, parlamenterên HDP’ê derb kirin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kirin.
Beriya polîs bi ser avahiyê de bigirin, parlamenterên HDP’ê li ber derî nobet girtin. Polîsan bi kulm û pihînan parlamenteran derb kirin. Di vê kêliyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi telefona xwe tundiya polîsan dikişand. Polîsek ku midurê polîsan e di vê kêliyê de dest danî ser telefona Aydenîz. Di kêliya rageşiyê de polîsan dema dest danî ser telefonê ji aliyê parlamenterek din ve bi telefonê dîmenê wê kişand.
Parlamenter Saliha têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku dema polîsan bi ser avahiya wen de girt hatine derbkirin û di rageşiyê de midurê polîsan dest daniye telefona wê. Saliha got: “Midurek polîsan por sipî û bi berçavk ferman da polîsan ku dest deyenin ser telefona min û xwest polîs pihîna li me bidin. Polîs telefona min ji destê min revand û dizî.”
Saliha telefona xwe ji polîs xwest û polîs jî jê re gotiye “li erdê bigerin” û bersiv daye û telefona wê ya polîsan dest danî serê li Meclîsê qeyd kirîne.