Girtiyên PAJK'ê: Divê her cihê ku em lê ne em bikin qadên serîhildanê
- 11:22 9 Adar 2019
- Rojane
AMED - Girtiyên PAJK'ê yên di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê derbarê Leyla Guven û grevên birçîbûnê de name şandin. Girtiyên PAJK'ê di nameyê de gotin:"Em bêdengiyê qebûl nakin. Divê her cihê ku em lê ne em bikin qadên serîhildanê."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 122'an. Gelek girtiyên di girtîgehan de piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji 1'ê Adarê şûnde gelek girtî di girtîgehan de ketin greva birçîbûnê. Girtiyên bi navê Kibriye Evren, Hilal Olmez û Evin Kaya yên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ev 84 roj in di greva birçîbûnê de ne. Her wiha Sebahat Tuncel, Selma Iramak ku di Girtîgeha Tipa T a Kandirayê de ne 59, Nasir Yagiz 109, Kesên di greva birçîbûnê de yên li Strasburgê 83 û Parlamentera HDP'ê Dersim Dag ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên PAJK'ê yên di Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê derbarê Leyla Guven û grevên birçîbûnê de name şandin.
Girtiyan di nameya ku şandin de wiha gotin:
'Ev strana mirovên azad rave dike'
"Ev mekana ku niha em tê de ne şahidê herî mezin ê zilmên mezin û serîhildanên mezin e. Zindana Amedê ya ku di 14'ê Tîrmehê de bi rojiyên mirinê serî li dijî faşîzmê hilda niha bi pêşengiya Leyla Guven strana azadiyê diqêre. Ev strana mirovên azad rave dike. Mirovatiyê, siberojê û hêviyê rave dike. Yanî ev stran Serok Apo rave dike. Leyla Guven a ku 79 rojî li vê zindanê serîhildana xwe domand niha li derve ji bo me dibe moral.
'Tu hêz nikare me ji roja me ya azadiyê qut bike'
Em wekî girtîyên PAJK'ê yên di Zindana Tipa E ya Amedê de, dengê vê serîhildana xwe bi pêşengiya Leyla Guven bi mirovên azad dide bihîstin. Bi felsefeya Rêber Apo me xwe nas kir û me têkoşîna jinê mezin kir. Loma em dibêjin tu hêz nikare me ji roja me ya azadiyê qut bike. Serokatî ji bo nirxekî mezin e, ew hilma jiyana me ye. Ji bo em vê polîtîkaya tecrîdê têk bibin û dîwarê faşîzmê yê bi tirs hilweşînin em bi pêşengiya Leyla Guven tevlî vê serîhildanê bûn.
'3 rêhevalên me bi biryar serîhildana xwe didomînin'
Ji 1'ê Adarê şûnde 9 jinên girtî yên din jî beşdarî serîhildana, 3 rêhevalên me yên ku ev 84 roj in têkoşîna xwe didomînin, bûn. Heta ku tecrîd bi dawî nebe û parêzer bi Rêberê me hevdîtinê pêk nîne em ê vê sekna xwe bi biryar bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe, jin û ciwanên xwe dikin û dibêjin; Gelê Kurdistanê li dijî tecrîd, komkujî û hilweşandinê bêdeng namînin. Bêdengî rewşa mirinê ye.
'Tiştekî ku em winda bikin nema'
Em bang li hemû kesên ku bêdeng dimînin dikin û dibêjin deng bidin wicdanê xwe. Li dijî tecrîda li ser Rêberê me, tiştekî ku em winda bikin nema ye. Bila bê zanîn ku niha li zindanan gelek dê, bav, xwişk û bira, zarok ji bo bi serokê xwe re li Kurdistanek azad bijîn hêvî dikin.
Em bêdengiyê qebûl nakin. Divê her cihê ku em lê ne em bikin qadên serîhildanê. Jin, ciwan li zanîngeh, dibistanên amadekariyê, li kuçe, cihê kar divê xwe birêxistin bikin û li dijî faşîzmê bibin dengê serhildêrên li zindanan. Bi hişmendiya serîhildana Mehmet Tunç, Asya Yuksel em li dor Serokê xwe bibin xelek. Heta ku hûn li kuçeyan em jî li zindanan serî hildin em ê bigihêjin Serokê xwe."