Namzeta HDP’ê ya Hezroyê Gulîstan Ektî: Yekane rêbaz serkeftin e
- 09:05 9 Adar 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Hezro Gulîstan Ektî hîna 3 salî bû dayika wê hat girtin, di 9 salî de gundê wan hat şewitandin, koçber bûn. Di 14 salî de hat girtin. Gulîstan diyar dike ku ev hilbijartin referandû me û yekane rêbaz serkeftin e.
Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Hezroyê Gulîstan Ektî di 1982’an de li Gundê Helhel ê Hezroyê hat dinê û 3 salî bû dayika wê hat girtin. Malbata Gulîstanê ji ber zextan koçî Amedê dikin û malbata wê ji ber xizaniyê karkeriya demsalî dikin. Gulîstan ji ber sedemên polîtîk di 14 salî de tê girtin. Piştî ji girtîgehê derdikeve dîsa dest bi xebatên ciwanan dike û her wiha di Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîl, Komeleya Gun Işigi, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Weqfa Koçberiyê de xebitî. Di 2014’an de namzeta meclîsa şaredariya Hezro hat hilbijartin û niha jî ji HDP’ê namzeta hevşaredariya Hezro ye.
Zarokatiyeke zehmet derbas bûye…
Gulîstan diyar dike ku zarokatiya wê pir zehmet derbas bûye, her tim bi ser gund û mala wan de hatiye girtin û got: “Dayika min ket girtîgehê. Ez gelek bi bandor bûm. Piştî dayika min bavê min ket girtîgehê, em her dem li hêviya rêya wan bû. Dayika min dema hat girtin ez 3 salî bûm. Her ku dayika min diket girtîgehê 2-3 salan girtî dima. Serdegirtina malan û ferzkirina cerdevaniyê hebû. Her tim bi ser mala me de digirtin. Zirara aborî didan me. Dayika min rastî îşkenceyên giran hat. Dayika min ji ber darbeyan, ker bû. Neynûkên wê hatin rakirin. Serê wê hat şikandin. Di salên 2000’î de dayika min hat binçavkirin. Ji ber îşkenceya dît bi rojan di beşa lênerîna lezgîn de ma. Di her serdegirtinê de ez, birayê min û xwişka min binçav dikirin. Em jî di girtîgehê de man. Tevî vê dayika min her tim çalak bû û dixwest em tevlî xebatan bibin.”
Gulîstanê got di salên 90’î de bi birayê xwe re tevlî greva birçîbûnê ya li Sînema Dîlanê bûne û got: “Ez di 1997’an de hatim girtin. Ez 14 salî bûm. Di salên 2000’î de dîsa hatim girtin. Di van pêvajoyan de ji xebatan şûnde nemam. Dema min di nava têkoşînê de cihê xwe girt dayika min gelek bi bandor bû. Min di 3 salî de têkoşîn nas kir. Malbata min li bajarên cuda karkeriya demsalî kir. Carna jî em wek karkerên fabrîkayê xebitîn.”
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez wek jineke ji Hezro, ji bo berpirsiyariya xwe bînim cih wê ji nirxên me yên civakî û têkoşîna me xwedî bibim. Yekane rêbaz serkeftin e. Ji bilî serkeftinê rêbaz tune ye. Ev hilbijartin tenê ne hilbijartin e. Ev hilbijartin referandûm e. Gelê Kurd wê di vê referandûmê de bibe bersivek mezin.”