ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 9 Adar 2019
  • Rojev
*Jina bi navê Wîdad Sîdo berxwedan û girêdana bi çanda xwe ve ji ajansa me re vedibêje. Wîdadê got:" Tiştek nikare me ji çanda me dûr bixe, ji çanda xwe hez dikim." DÎMEN HEYE
 
*Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Hezro Gulîstan Ektî hîna 3 salî bû dayika wê hat girtin, di 9 salî de gundê wan hat şewitandin, koçber bûn. Di 14 salî de hat girtin. Gulîstan diyar dike ku ev hilbijartin referandû me û yekane rêbaz serkeftin e. DÎMEN HEYE
 
* Dayika Aştiyê Selamet Mat a li Cizîrê di 5’ê Tîrmeha 2018’an de hat girtin û piştre bi şerta kontrola edlî hat berdan, rastî 7 sal cezayê girtîgehê hat. Selamet a ji ber temenê xwe yê mezin gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî, parêzerên wê îtîrazê ceza kirin.
 
*Xizmên girtiyan ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa L ya Panosê bang li rayedaran kirin û gotin: "Ger tiştek bi zarokên me bên em ê cîhanê bi ser we de xera bikin. Em ê meclîsa ku dengê zarokên me nabihîzin bi serê wan de hilweşînin."
 
*Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Kazdagi, ji Bankaya Pêşvebirin û Îmarê ya Ewropayê re daxwazname nivîsî û daxwaz kir ku dema krediyê didin bila li gorî rêbazên xwe tev bigerin û ji bo preojeyên xwezayê texrîb dikin, krediyê nedin.DÎMEN HEYE