Polîsan girtin ser nûnertiya HDP'ê ya Îzmîrê
- 17:28 8 Adar 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Polîsan girtin ser Nûnertiya HDP'ê ya li Kuçeya Kosova ya Navçeya Konaka Îzmîrê û 2 kes kirin bin çavan.
Polîsan girtin ser Nûnertiya HDP'ê ya li Kuçeya Kosova ya Navçeya Konaka Îzmîrê û 2 kes kirin bin çavan. Bi hinceta posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê biryara lêgerînê derket û di encama serdegirtinê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Konakê Ramazan Kaygusuz û Endamê Meclîsa Şaredariyê Mahsum Koç hatin binçavkirin.
Her wiha di lêgerînê de dest xistin ser wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.