Jinên herêma Cizîrê bi coş û dîlanê şahiya 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 16:58 8 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şahiya 8'ê adarê roja jinên cîhanê di pêşengtiya Kongreya Star a bi tevlîbûna tevahî jinên herêma Cizîrê bi coş û govendê dawî bû.
 
Bi diruşmeya “Bi pêşengtiya Leylayan em ê tekoşînê bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” bi boneya 8'ê Adarê roja jinên cîhanê di pêşengtiya Kongreya Star de bi hezaran  jinên herêma Cizîrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî bi hemû netewan li Qada Hîmo a bajarê Qamişlo kom bûn. Piştî axaftina Koordinasyona Kongreya Star, ji aliyê Rêveberiya Jinên Sûryan Sebah Şebûr,  Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah axivîn û 8'ê adarê li tevahî pêkhateyên bakur û rojhelatê Sûriyeyê pîroz kirin û kêfxweşiya xwe bi vê kombûnê anîn ziman. Her wiha di navberê de koma folklorê ya Suryana bi navê Înana dîlan pêşkêş kir.
 
Şahî bi koma Til Koçber a strana bi zimanê erebî dom kir, her wiha şandiya ku berî du rojan ji Ispanyayê gihaşt Rojava ji 6 jinan stranek li ser Şoreşa jin a Rojava pêşkêş kirin. Paşê jî Koma Kulîlkên Zagros a Dêrikê stran gotin. 
 
Şahî bi axaftina Yekîtiya Jinên Komînîst ên şoreşger Mizgîn Qasim, ser navê Jinyolojî Bêrîvan Qerçox axaftin kir. Di axaftinê de balkişandin ser têkoşîna jin a bi salan ji bo azadî û wekheviyê, wek jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê jî wê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.
 
Paşê koma Kevana Zêrîn ya bajarê Serêkaniyê şanoyek bi navê “Lêlê şevê” pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina dîlanê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”,”Bijî berxwedana Leyla guven”,”Bê serok jiyan nabe”bi dawî bû.