Bi ser mala Guler Tunç de hat girtin
- 16:14 8 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Polîs bi hinceta ku îfadeya Guler Tunç heye bi ser mala wê de girtin.
Li Cizîra Şirnexê polîsan bi ser mala Orhan Tunçê ku di serdema qedekzeya derketina derve de di şêrzemînan de jiyana xwe ji dest da de girt. Guler Tunç a ku hevseroka HDP'ê ya navçeya Cizîrê ye û bi ser mala wê de hat girtin, hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de ne li malê bûye. Polîsan piştî ku li malê lêgerîn kirin mal terikandin.
Herwiha hat aşkerakirin ku Guler duh êvarê çûye li emniyetê îfade daye.