Derbarê 8'ê Adarê de jinên Kurd li Lubnanê daxuyanî dan
- 15:11 8 Adar 2019
- Rojane
LUBNAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên Kurd li Lubnanê daxuyanî dan û berxwedana Leyla Guven silav kirin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinên Kurd li Lubnanê daxuyanî dan û berxwedana Leyla Guven silav kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Başûrê Lubanaê Zeyîneb Ehmed ve hat xwendin .
Daxuyanî wiha bû:
"Bi hatina cejna vejînê di destpêkê de em vê cejnê li jina têkoşer a ku rihê 8'ê adarê geş kiriye Leyla Guven pîroz dikin. Helbet ev roja bi wate em dîsa bi serkeftinên jin pêşwazî dikin, tekoşîna herî mezin li himber şidetê Rêber Apo daye meşandin û berdewamiye wî jî rihê jin û eşaqa wê ji bo azadiyê domandiye. 8'ê adarê jin û jiyan li himber deshilatdariyê destê xwe didin hev. Ji bo wê jî 8'ê adarê roja vejîn û serbilindahiya jinê ye, careka din em dibêjin 8'ê adarê li jinê pîroz be."
Daxuyanî bi dirûşmaya " Jin jiyan azadî "hat bidawîkirin .