Jin li Reqa Tebqa û Dêra Zorê 8'ê Adarê pîroz dikin
- 14:33 8 Adar 2019
- Rojane
REQA - Bi dirûşma "Bi berxwedana jinê jiyan geş dibe, faşîzim têk diçe" Jinên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê Şahiya 8'ê adarê bi hev re li dar xistin.
Îro bi hezaran jinên bajarê Reqa, Tebqa û Dêra Zorê li bajarê Reqayê bi şahiyekê 8'ê adarê bi hev re pîroz dikin. Tevlibûna bi hezaran jinên ji tevahî neteweyan ên ji Reqa, Tebqa, Dêra Zorê û ji tevahî Meclis, navend, sazî û komînan bala her kesî kişand ser çalakiyê. Jinên bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî şahiyê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku piştî Reqa û Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin cara yekê ye bi serfirazî jin 8'ê Adarê li van bajaran pîroz dikin. Qada Şahiyê ji aliyê Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Asayîşê ve hat parstin.
Piştî deqeyek rêzgritinê, li ser navê Jinên qada herêma Firatê Rêveberiya endama Rêveberiya Jinên ya Bajarê Dêrezorê Melek Ebdulkerîm axivî, Melekê 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got:" Îro jinên Dêra Zorê jî bi jinên Reqa û Tebqayê r cara yekemîn bi awayê azad 8'ê Adarê pîroz dikin."
Şahî bi axavtin û stranan didome.