Jin bi rihê berxwdana Leyla Guven li Qamişloyê 8'ê Adarê pîroz dikin
- 14:30 8 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê mezin bikin" bi hezaran jin li Qamişloyê herikîn qadan û 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi rihê berxwedana Leyla Guven pîroz dikin.
Bi tevlîbûna bi hezaran jinên herêma Cizîrê li qada Hîmo ya Bajarê Qamişloyê şahiya 8'ê Adarê bi pêşengiya Kongreya Star dest pê kir. Jinên ji gelek netewan tevlî şahiyê bûn bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bûn . Qada Şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven, tekoşerên azadiyê, pêşengên jin, alên Kongreya Star hat xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li perspektîvên Abdullah Ocalan hate guhdar kirin. Di şahiyê de Koodinasiyona Kongreya Star Asya Abduallah axivî. Asya 8'ê Adarê roja jinên cîhanê pîroz kir û got:" Roja 8'ê Adarê ya Leyla Guven, rêhevalên wê yên di girtîgehan de di greva birçîbûnê de ne û li YPJ'ê pîroz dikim. Yên ku terora DAÎŞ'ê têk bir şervanên jin ên leheng in. Em îro bi hevre soza rizgarkirina Efrînê jî didin."
Paşê Koma Koroya Kevana Zêrîn stranên xwe got.
Şahî bi axaftin û stranan berdewam dike.