'Em li Cerablusê di nava kabûsekê de dijîn'

  • 13:55 8 Adar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
CERABLUS - Jina bi navê W. C ku ji bajarê Cerablusê ye rewşa ku li Cerablusê tê jiyîn vedibêje. W.C got:"Em li Cerablusê di nava kabûsekê de dijîn."
 
Cerablus ku li Bakurê Heleb dikeve di 24'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Tirkiyê ve hat kontrolkirin. W.C jina ku nexwest navê xwe eşkere bike rewşa ku li Cerablusê tê jiyîn rewşa Cerablûsê vegot û dixwaze dengê xwe bigihîne tevahî cîhanê. 
 
W.C derbasbûna Mertalên Firatê ji Cerablusê re wiha anî ziman:"Dema ku Çeteyên Tirkiyê xwestin Cerablus dagir bikin me hîs kir ku wê şerekî pir dijwar rû bide , tank û balafir dê li asîmanê bajar bifirin û komkujiyan pêk bînin, lê bêyî ku fîşeke were teqandin Dewleta Tirk cerablus dagir kir. Çeteyên DAÎŞ' ê Cerablus teslîmî Tirkiyê kirin ne ku bi şer hatin destxistin."
 
'Revandin, îstismar îşkence li Cerablûsê tê kirin'
 
W.C di dewama axaftina xwe de wiha got:"Dewleta Tirk li Cerablusê revandin, qetilkirin û îstîsmara zayendî li dijî jin, zarok û mêran pêk tînin. Rojekê ciwanek revandin û ji malbata wî 30,0000 Milyon wekî fidiye xwestin lê malbat nikarîbû pereyên peyda bikin û ew kuştin."
 
'DAÎŞ û jinên ku tevlî wan dibin di deriyê Cerablud û Bab-EL-Hewa re  derbasî Sûriyê dibin'
 
W.C derbarê girtiyên jin ên welatên derve li cem Tirkiyê ev yek anî ziman:"Gelek jinên DAÎŞ ê li cem Tirkiyê girtîne ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan vegerînin welatê wan. Ji Tûnis, Pakistan, Firansa, Rûsiya, Emerîka, Hindistan, Mexrib, Cezair, Erebstana Sudiyê û gelek welatên din. Tirkiyê avakerê DAÎŞ ê re. Çete bi riya Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Tirkiyê çeteyên DAÎŞ'ê tevî jinên DAÎŞ ê di deriyê Cerablusê û Bab EL-Hewa re derbasî Sûriyê dikin. Tirkiyê ji DAÎŞ'ê digot heya ku hûn kurdan qir nekin nabe ku hun biçin herêmên Rêjîmê. Her wiha Tirkiyê digot yan hûn ê kurdan qir bikin an ez piştgiriyê nadim we."
 
Mal û milkên Efrînê tevî zeyt û zeytûnên wan derbasî Tirkiyê dikirin!
 
W.C di dewama axaftina xwe de ev yek bibîr xist û wiha pêl da axaftina xwe:"Hêzên ku di Cerablusê de serwer in giştî diz in. Cebhet-El-Nusra û Tirkiyê ji bilî diziyê tiştekî nizane. Çeteyên Tirkiyê  mal û milkên Efrînê didizî, hinek li gelê Cerablusê bi pereyên pir kêm difirotin, piranî jî derbasî Tirkiyê kirin. Tirkiyê hêzeke dagirkere ne ku dixwaze gel rizgar bike, me ev yek li Efrînê dît. Li niştecihên Efrînê nasnameyên Tirkî belav kirin û dibêjin yê ku di operesyona (Xisin El-Zeytûn)de şehîd ketin tenê ji malbat,zarok û hevjinên wan re mal,fonê mehane zêdetirî 300 dolar ,derdikevin." 
 
Nexweş di nexweşxaneyan de derman nedikirin!
 
W.C derbarê nexweşxaneyên bajêr de ev agahî da:"Dema ku kes nexweş dibû ew derman nedikirin û bijîşkan digotin:"Bila ew bimirin û em wî derbasî Tirkiyê nakin ku derman bibe. Heger nasnameya Tirkî gel me nebe me derbasî nexweşxaneyê nakin. Bi darê zorê çêkirina nasnameyan li ser gel ferz dikin. Em gelê Sûrî ne ma em ê çawa nasnameyên Tirkiyê ji xwe re çê bikin. Gel tenê dixwaze dengê xwe ji raya giştî re raghîne û kiryarên Tirk dijî gel dikin, vebêje. Armanca Tirkiyê ew e ku gelê Cerablusê bi hev bide kuştin. Tirkiyê derbasî Cerablusê bû ji bo me rizgar bike an jî me dagir bike? Wekhevî li Cerablusê tune ye, mafê her kesekî winda ye. Serokê Meclisa Cerablus bi navê Abid Xelîl mafê hevjin,malbat û zarokên sêwî dixwe. Dema rêxistinên mirovî alîkariyê ji me re rê dikin Tirkiyê dest datîne ser. Alîkariya ku tê jî ji van welatan e Kiwêt,Qeter, Xelîc,Siûdiyê. Pereyên ku ji gel re tê ji xwe re dibin û qesran pê ji çeteyên xwe re lê dikin. Heman demê de ji pereyên ku ji gel re tên fonê çeteyên xwe didin."
 
W.C bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got:"Saziyên mafê mirovan li ku ne? Çima hember dagirkeran bêdeng in, çima hember kuştin û qetilkirin gel taybet jinan, çavên xwe digirin. Em dixwazin QSD me rizgar bike. "