Li Qada Îstasyonê peyama 8'ê Adarê: Werin em ji vê serhildanê re bibin deng

  • 13:29 8 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Jinan bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê serî hildide, jin di grevê de ne" heriqîn qada Îstasyonê ya mîtingê. Jinan li Qada Îstasyonê peyama "Divê hemû kes biherikin vê qadê û ji serhildana Leyla Guven û hemû girtiyên di girtîgehan de bibin deng" dan. 
 
Jinan bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê serî hildide, jin di grevê de ne" heriqîn qada Îstasyonê ya mîtinga 8'ê Adarê. Dorpêçkirina polîsan a qada mîtingê bal kişand. Jin bi kincên xwe yên Kurdî û bi erbaneyên xwe ketin qada mîtîngê. Polîsan pankartên "Dema ku jin azad bin dê cîhanê biheje","Dest laşê min nede" negirtin qada mîtîngê. Jinan tevî hemû astengiyan meşa xwe dewam kirin. Di saetên serê sibehê de jinên Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û Rihayê bi cilên xwe yên Kurdî bal kişandin ser xwe. Jinan dirûşmên "Leyla rûmeta me ye","Bijî berxwedana zindanan","Jin jiyan azadî","Serîtewandin tune ye berxwedan heye","Em ê jiyana bê jin li ser serê we hilweşîne" berz kirin û ketin qada mîtingê. . 
 
'Em ê daxwaza Leyla biqêrin'
 
Jinan diyar kirin ku daxwazan ew e ku daxwa Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bê cih û gotin:"Em ê daxwaza Leyla biqêrin." Zeynep Karacay a ku ji bo beşdarbûna 8'ê Adarê ji Mêrdînê hat Amedê  got:"Em hemû jin ji bo piştgiriyê bidin serîhildana Leyla Guven em hatin vê derê. Peywira me ye ku lem bibin dengê ve serhildanê. Em ê daxwaza Leyla biqêrin."
 
'Werin piştgiriyê bidin serhildana dîrokî'
 
Jinek din a ji Mêrdînê Hidayet Taşçi jî wiha got:"Ez 8'ê Adarê li Leyla Guven û rêhevalên wê pîroz dikim. Îro li zindanan di şexsê Leyla de serîhildanekê dest pê kiriye. Em jî ji bo piştigiriyê bidin vê serhildanê û bibin dengê jinên ku hatine qetilkirin em hatin vê derê. Divê îro hemû jin bên vê qadê. Ev 8'ê Adarê ji yên din cuda ye. Çimkî di vê salê de serhildana jinê bêtir derket pêş. Werin em piştgiriyê bidin vê rojê."
 
Behiye Kaya jî wiha got:"Ez roja hemû jinan pîroz dikim. Divê em hemû bibin dengê serîhildanê. Divê li dijî vê zilmê em dest bidin destên hevdu. Li vê cîhanê ji bo me hemûyan cih heye. Divê ev hukumeta vê yekê qebûl bike û dev ji vê zilmê berde. Bila Erdogan were îslamiyetê ji Dayikên Kurd hîn bibe. Em şer naxwazin. Zarokên me di nava çar dîwaran de li berxwe didin. Em ê îro wekî dayik li vir ji serhildana Leyla re bibin deng. Bijî berxwedana Leyla Guven."
 
Jinan bi dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye","Bijî berxwedana Leyla Guven","Bijî berxwedana zindanan" û bi tilîliyan ketin qada mîtîngê. Jinan li qada mîtingê peyam ji Leyla Guven re şandin.