Girtiyên di grevê de: Jin, azadî û aştiyê wê bi ser keve

  • 11:55 8 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê girtî ku ji 15'ê Çileyê ve li dijî tecrîdê di grea birçîbûnê de ne di nameyek ji derve re şandin de gotin,"Jin, aştî û azadî wê bi ser keve."
 
Girtiyên li girtîgeha li dijî tecrîd ê ji bo ku bibin piştevanên çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û di roja 121'ê de berdewam dike, li gelek girtîgehên cuda cuda dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kiribûn çalakiya wan berdewam dike.  Çalakiya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku bi heman armancê di 15'ê Çileyê de ji aliyê 6 girtiyan ve hatibû destpêkirin jî berdewam dike. 
 
Rewşa girtiyan giran dibe!
 
Girtiyên bi navê Hakan Kutluk, Osman Beytur, Agît Bîlîk, Salîh Kutluk, Hakan Petekaya û gitiyê bi navê Onder Poyraz, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji malbat û parêzerên xwe re nameyek şandin. Ji nameyê hat hînûnê ku girtî çalakiya xwe di bin şert û mercên zor de berdewam dkin û ji ber van şert û mercên zahmet tendirûstiya çalakgeran di xeterê de ye û greva ku dane destpêkirin gelek zû bandora xwe ya neyînî li girtiyan kiriye û tendirustiya wan kiriye xeterê. Girtiyan di nameya xwe de diyar kirine ku heta tecrîd bê rakirin  û daxwazên wan bên qebûlkirin şert û merc çi dibin bila bibin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Herwiha girtiyan di nameya xwe de bag li raya giştî kirine û wiha dibêjin;"Divê tu kes li dijî vê rewşê bêdeng nemîne."
 
Girtiyan bi bimasebata 8'ê Adarê ji derve re ev peyam rê kirin: 
 
"Di dema ku gulên Çiyayê Bîstîn dihatin topebarankirin de, ji bo em hêviyên aştiyê yên dayikên xwe ku pêşeroja me di hebêza xwe de vedişartin mezin bikin, em rûnê bêdengiya xwe di hucreyên xwe de dihelînin. Ji bo ku em hêrsa zarokên xwe yên li bajarên me yên hilweşiyayî dibezin kêm bikin em baweriya xwe ya bi pêşerojê li çiyayan mezin dikin. Ji bo ku em zîhniyeta qirêj a pergala serdest bişkînin, her carê bi baweriyeke mezin em li kolanên xwe aştiyê diqîrin. Em soz didin dayikên xwe û jinan. Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin. Em ê Kurdistanê azad bikin. Ya bi ser keve aştî ye, yên bi ser kevin wê jin û gelê me be."