Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
- 11:54 8 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malata 3 girtiyên PKK'î yên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasisê Ocalan Mazlum Dinç, ji bo biçim Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê Abdullah Ocalan ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji xizmên girtiyên li Îmraliyê Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtin bikin.
Mehmet Ocalan, heri dawî di 11'ê Îlona 2016'ande carekê û di 12'ê Çileya 2019'an de jî carekê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.