Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
- 11:43 8 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de eşya hatin serûbinkirin. Piştî lêgerîna li malan rêveberên DBP’ê Faysal Kolanç û Emîn Kar, rêveberên berê yên HDP Agît Malgaz, Suleyman Çagdavul, Mehmet Şerîfoglu, Mehmet Bakî Îgdî, Haci Halef, Vetha Kolanç û Abdurrahman Çakir hatin binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.