'Wê jin bi berxwedana xwe azad bibe'

  • 11:32 8 Adar 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Peyman Aydin têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî de got:"Wê di 8'ê Adara 2019’an de jin bi berxweda xwe azad bibe. Em ê 8'ê Adarê xwe bi hes û dilekî hevpar pêşwazî bikin."
 
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Peyman Aydin ji ajansa me re axivî. Peymanê got:"Jinên têkoşe û serhildêr ew ê tu carî serî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Jinan pergal û rêxstinbûyîna xwe ava kirin'
 
Peymanê di destpêka axaftina xwe de behsa pêşketin û gavên ku jin di bakur û rojhelatê Sûriyeyê de avêtine kir û wiha got:"Di herêmên ku em tê de dijîn û bi taybet jî piştî rizgar kirina wan pêwendiyek di navbera jinan de çê bûye. Gavên ku jinên herêmê avêtine yekemîn xwe rêxistinkirin bû. Ji ber ku jinan pêwistî bi rêxistinbûyinê dîtin, xebitîn. Ji bo vê jî dema ku jinan bi rengekî  zana xwe rêxstin kirin, xwedî li maf û hêviyên xwe derketin. Niha jinên herêma Firatê, Minbic, Reqa û Tebqa di bin têkoşînek hevpar de li berxwe didin. Loma wan xwe di nava Sazî, Partî û rêxstinên xweser de bi cih kirin û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin."
 
'YPJ’ê çavkaniya hêvî û baweriyê ne'
 
Peymanê bal kişan li ser pêşengên têkoşîna jinê û got:"Piştî ku di jinan de xwe naskirin, rêxstinkirin, perwerde kirin û wateya xwe nas kirin pêş ket, jinan gava duyemîn avêt, ew jî aliyê xwe yê leşkerî pêş xistibû. Dema ku axa mirov ne azad be, kes nikare bi wate, vîn û azad jiyan bike, ji bo vê jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn nasnameya jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê. YPJ’ê hêvî dan jinan ku ew ê li ser xakeke hatiye dagirkirin jiyan nekin û heger mirenek jî hebe wê bi wate û azad be. YPJ’ê çavkaniya hêvî û baweriyê ne."
 
'Em ê 8’ê Adarê bi ser bilindî pîroz bikin'
 
Peymanê di dawiya axaftina xwe de roja Jinên Kedkar ya Cîhanî pîroz kir û wiha dom kir:"YPJ xwedî li hemû nasnameyên jinan derket, bi taybet jî di şerê tunekirina çeteyên herî hov Çeteyên DAIŞ’ê de ev yek eşkere bû. Vê têkoşînê jî ewqas deng veda ku jinên Enternesyonal îro cihê xwe di refên YPJ’ê de girtine. Ji bo vê jî em ê 8'ê Adara vê salê pir cuda pîroz bikin, em ji roja jin ber bi Newrozê ve jî diçin. Em ê bi ser bilindî bi rihê berxwedana Mezluman, Zekiye, Bêrîvan, Arîn û Leyla jî meha xwe ya Adarê prîroz bikin. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven a ku ji bo aştî û azadiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê 8'ê Adarê pêşwazî bikin."