Berxwedana Leyla Guven di roja 121'an de ye

  • 11:30 8 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 121'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 121'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike. 
 
Li Grava Îmraliyê hevdîtin
 
DI 12'ê Çileyê de ku çalakiya Leyla ya greva birçîbûnê berdewam dikir de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû îmraliyê û bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.  Leyla ya ku wê demê bi riya parêzerên xwe derbarê mijarê de daxuyanî da wûha got: "Cerebeyên me yên berê hene.  Di sala 2016'an de komeke ku ez jî di nav de bûm a ji 50 kesî pêk dihat me li dijî tecrîêdê li derve çalakiya grevê da destpêkirin. AKP'ê wê demê jî Mehmet Ocalan ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike şand Îmraliyê û bi peyama ku ji birêz Ocalan hat me çalakî bi dawî kiribû.  Lê tecrîdê berdewam kir. Niha jî heman rêbaz tê bikaranîn. Birêz Ocalan pêşengekî polîtîk e. Ji bo malbata xwe ne li wê gravê ye. Wekî hemû girtiyên din mafê wî yê hevdîtinê heye.
  
Leyla Guven: Daxwazên me meşrû ne
 
Daxwazên me ji serî de zelal in. Em dibêjin ev tecrîda sûcê mirovahiyê bê rakirin û birez Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike bi heyetên biyanî re jî bê gel hev.  Ji ber vê em vê çalakiya xwe bi hevdîtinekê bi dawî nakin. Daxwazên me ne dijqanûnî meşrû ne. Ger armanca AKP - MHP'ê bedeldayîna me be em ji wê re jî amade ne.  Em jî ji vê tifaqa faşîst re dibêjin ger ku tabût ji zindanan derkevin hûn ê nikaribin li cihê xwe rûnên."
 
Çalakiya girtiyan berdewam dike
 
Piştî Leylayê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûrnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 108'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 82'ê de.  ya girtiyên ku di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin  di roja 83'yan de berdewam dike.  Herwiha li aliyê din çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 1'ê Adarê de hat destpêkirin jî di roja 8'an de berdewam dike. 
 
Di bin çavan de çalakî berdewam dike
 
Roja yekşemê li gel parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer  jî li avahiya HDP'ê ya Amedê  dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirin.  Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Dêrsim dag li avahiya HDP'ê û  5 kesên ku hatin girtin jî di bin çavan de çalakiya xwe di roja 7'emîn de berdewam dikin.
 
Di çarçoveya serdanên ji bo Leylayê ku tên kirin de duh, Serokê Giştî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, endamê MYK'ê Bariş Atay û rêveberên partiyê çûn serdana Leylayê. Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş ê ku piştî serdanê axivî wiha got: "Çalkiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatiye destpêkirin û berdewam dike, berpirsiyariyek mezin li ser milê me kesên ku li derve lê li welatekî ku bûye girtîgeh dijîn bar dike.  Mexwest ku em vê ku em ji Leyla, malbata wê û hevalên xwe yên HDP'ê re bibêjin ku em dixwazin ji di  vî warî de tişta ji destê me tê bikin."