Buşra Elî: Çalakiya Leyla Guven çalakiyek bi rûmet e
- 11:15 8 Adar 2019
- Rojane
Rûken Goman
BEYRÛT - Nûnera Komeleya REPAK'ê ya li Lubnanê Bûşra Elî di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de got:"Ji bo aramiyek û aşîtiyek li Rojhilata Navîn pêk were divê dengê mafdaran û têkoşeran were bihîstin.Têkoşîna Leyla Guven dê pişta faşîzmê bişkîne."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 121'an. Têkildarî mijarê Nûnere Komeleya REPAK'ê ya li Lubnanê Bûşra Elî got:"Berxwedan û daxwaza Leyla Guven ji bo aştî û azadiyê ye. Divê hemû kes deng bidin çalakiya Leyla Guven."
'Çalakiya Leyla Guven çalakiyek bi rûmet e'
Buşra wiha dest bi axaftina xwe kir:"Berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengtiya jina Kurd Leyla dest pê kiriye û li her deverî belav bûye gelekî bi qîmet e. Ev çalakiyek bi rûmet e. Dema mirov jiyana xwe ji bo azadiyê feda bike heskirina jiyanê dihêle ku mirov di asta têkoşînê de derkeve pêş. Ji bo bikare jiyaneke xweş ji nifşên li pêş xwe re ava bike, her têkoşîn didome. Helbet ev têkoşîn jî em nikarin ji dîroka kurd a nujin û dîroka tevgera azadiyê qut bikin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji dema ku hatiye avakirin her bi rihê berxwedanê û hezkirina jiyana azad hatiye naskirin.
'Daxwaza bidawîkirina tecrîdê daxwazek mirovahî ye'
Di berdewamiya axaftina xwe de Buşra bal kişand ser wateya çalakiya Leyla Guven û di nav de jî bal kişand li ser girêdanên jinê ya bi felsefeye azad re û wiha got:"Daxwaza bidawîkirina tecrîdê daxwazek mirovahî ye. Xwedî wateyek girîng e. Ji bo aştî û azadiyê ev têkoşîn tê dayin. Loma divê mirov li ser wate û girîngiya vê yekê rawest e. Ji ber Birêz Ocalan mirovekî ne ji rêzê ye ew xwediyê fikir û felsefeyeke azad e, ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn ew têdikoşe divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe. Ev tecrîda li ser azadiya jinan û civakê ye jî .Dewleta Tirk a faşîst ji bo ku vîna vê tekoşînê têk bibe bi şerê taybet, bi nêzîkbûnên pir erzan, bi polotîkayên cur bi cur tev digere. Lê belê vîna berxwedêran xurt e û bi moral û coş in. Bi serkeftinê û gihaştina armanca xwe wê tacedar dike. Wê ev berxwedan pişta faşîzmê bişkîne û bibe bingihê rêvekirina aramiya li Rojhilata Navîn. Divê em vê berxwedanê bi rengekî rasteqîn himbêz bikin. Ev têkoşîn jî ji rewşa herêmê qut nîne. Ji rastiya siyasetên ku li Îmraliyê tên meşandin ne dûr e pêwîst e ev zanebûna dîrokî û netewî û siyasî em baş fêm bikin."
'Dengê Leyla ne dengê jinekê ye dengê doza gelekî ye'
Bûşrayê di dawiyê ev yek got:"Rastiya vê pêvajoyê eger em baş fam bikin em ê wê demê erkê xwe jî nas bikin û girîngiyê bidin vê berxwedana dîrokî. Berî her tiştî divê em dengê Leyla Guven bidin nasîn ku ne dengê yek jinê ye dengê gelekî ye. Ne ji bo dozekê ye ji bo doza hemû gelên bindest e. Divê her mirovek xwe di wî dengî de bibîne bi vî rengî xwedî lê derbikeve ev dengê azadiyê em hîn bêtir xurtir bikin rengîn bikin."