Zarokên Efrînê têkoşîna xwendinê didin
- 10:28 8 Adar 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî hemû şertên dijwar, xwendina xwe berdewam dikin û dibêjin:"Erdogan dibistanên me hilweşand lê dîsa jî em dev ji xwendinê bernadin."
Zarokên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî hemû şertên dijwar di bin bane dibistanên hilweşandî perwerdeya xwe didomînin dibêjin ku ew tu carî dev ji xwendina xwe bernadin.
'Dagirker nikarin me ji xwendina me dûr bixin'
Zaroka bi navê Lorîn Bekir ya ku di dibistana seretayî de dixwîne wiha got:"Dagirker nikarin me ji xwendina me dûr bixin. Di bin banê hilweşandî de be jî em ê xwendina xwe bidomînin. Ez dixwazim serkeftî bim. Tu tişt nikare bibe asteng ji bo xwendina me."
'Em dixwazin dagirker ji Efrînê derkevin û em vegerin ser axa xwe'
Her wiha xwendekara bi navê Tolîn Elî jî wiha got:" Ez pola çara dixwînim û niha em li dibistanên Şehba xwendina xwe berdewam dikin û xwesteka me em vegerin Efrînê ye. Em dixwazin dagirker ji Efrînê derkevin û em vegerin ser axa xwe."
'Em ji zimanê xwe û ji xwendinê hez dikin'
Xwendekara pola şeşan Remûm Zêno jî diyar kir ku weke xwendekarên Efrînê dixwazin bi ser bikevin û gotin:"Me qonaxa yekem qedand em dixwazin di ya duyem de jî serkeftî bin. Em ji zimanê xwe û ji xwendinê hez dikin."
'Em ê têkoşîna xwe ya ji bo xwendinê bidomînin'
Her wiha Cegerxwîn jî wiha got:" Em niha li Şehbayê bi cih bûne û xwendina xwe berdewam dikin. Me li Efrînê jî bi zimanê xwe dixwend û em serkeftî bûn û li vir jî em serkeftînin di xwendina xwe de. Em wekî zarokên Efrînê ji Erdogan natirsin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo xwendinê bidomînin."
'Em dev ji xwendina xwe bernadin'
Yûsif Şêxo jî hestên xwe wiha anî ziman û got:"Me li Efrînê dixwend lê Erdogan dibistanên me hilweşand. Em niha xwendina xwe li Şehbayê didomînin. Em dev ji xwendina xwe bernadin."