Li Şirnexê afîşên HDP'ê hatin rakirin

  • 10:08 8 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navenda şirnexê afîşên HDP'ê yên bi nivîsa "Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike" ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
 
Afîşên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijatinê de li navçedna Şirexê afîşên bi nivîsa "Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike", duh bi biryarek ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat girtin li gel polîsan ji aliyê zabitayan ve hatin rakirin. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê  ji bo afîşên ku bêyî agahiyê bidin wan hatin rakirin îtîraz kir. Lê Serdozgera Komarê ya Şirnexê diyar kir ku ev biryar li tevahiya Tirkiyeyê derbasdar e. 
 
Îfadeya hevserokên navçeyan hat girtin
 
Duh piştî rakirina afîşan, ji alyê serdozgeriyê ve ji bo ku Hevseroka Navçeya Ciîzîrê ya HDP'ê biçe îfadeyê bide gazî îfadeyê hat kirin.  Guler a ku derbarê dirûşma "Azadî bi rêveberiyên xwesr dest pê dike" îfadeya wê hat girtin piştre serbest hat berdan.  Hevseroka Bajêr a HDP'ê diyar kir ku ew ê li cihê afîşên hatin rakirin yên nûh daliqînin.  
 
Herwiha hat diyarkirin ku afîşên bi hinceta qedexe ne hatin rakirin du heftebûn li bîlboardan bûne.