Jinên HDP'ê ji bo mîtinga Îzmîrê bang kirin

  • 10:01 8 Adar 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Bornovayê ji bo mîtinga ku dê di 10'ê Adarê de li Qada Gundogduyê bê lidarxistin, bang kirin. 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Bornovayê ji bo mîtinga ku dê di 10'ê Adarê de li Qada Gundogduyê bê lidarxistin, bang kirin û got em deng bidin dengê Leyla Guven. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Bornovayê daxuyanî da. Ji aliyê Maile Ariç ve daxuyanî hat xwendin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur berî daxuyaniyê axivî û got:"Hevala me Leyla Guven ne tenê ji bo daxwaza xwe ji bo daxwaza hemû civakê ketiye greva birçîbûnê. Em ji bo deng bidin dengê Leylayê û girtiyên di greva birçîbûnê de em kom bûn. Em tecrîdê bişkînin û Leylayê bidin jiyîn."
 
Piştre Maile Ariç daxuyanî da û got:"Em ji bo mîtinga ku dê di 10'ê Adarê de bê lidarxistin em hemû jinan dawet dikin. Em careke din diyar dikin ku divê em bi hev re têbikoşin."