3 jinên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 09:27 8 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - 3 jinên  ku di daxuyaniya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Rêveberên HDP'ê û xizmên girtiyan ji bo piştigiriya çalakiya grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî dabûn. Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Di dema dirûşme hat berzkirin polîsan çalakger dorpêç kirin û xizmên girtiyan Birhat Yalçın, Fikriye Yalçın û Ruken Ayav hatin binçavkirin. 
 
Do piştî îfadeya li emniyetê hat girtin 3 jinên ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.