Helbestkaran helbestên xwe ji bo Leyla Guven xwendin
- 09:27 8 Adar 2019
- Rojane
AMED - Endamên Koma Helbestê ya Amedê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê şeva helbestê li dar xist. Endamên Koma Helbestê ya Amedê di şexsê Leyla Guven de helbestên xwe ji hemû jinên ku serî hildidin xwendin.
Endamên Koma Helbestê ya Amedê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li 1'emîn Şaxa Egitim Senê ya Amedê şeva helbestê li dar xist. Endamên Koma Helbestê ya Amedê helbestên xwe ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ev 121 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne û hemû jinên cîhanê xwendin.
Di çalakiya xwendina helbestê de Endamên Koma Helbestê ya Amedê, helbestên jinan nivîsandine û li ser jinan hatine nivîsandin xwendin. Helbestkar Nurcan Deril Helbestên ku ji aliyê Helbestkarên Jin ên bi navê Gulizer û Asya Xerzan ve hatibû nivîsandin xwend.
'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'
Di çalakiya ku bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de hat gotin ku "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye."
Helbestkar Roza Metîna helbesta Cegerxwîn a bi navê "Leyla kî ye" ya ku ji bo Leyla Qasim hatibû nivîsandin xwend.
Çalakiya şeva helbestê bi xwendina helbestan bi dawî bû.