Dayikên Aştiyê: Hûn berpirs in
- 09:22 8 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku ji bo rewşa zarokên xwe yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê, ji Wezareta Dadê randevu xwestin, bi hinceta ‘karê me zêde ye’ randevu nedanê. Dayikan diyar kirin ku di tiştekî herî biçûk yê neyînî de wezîr û desthilatdarî berpirs e û banga ‘bikevin tevgerê’ li rayagiştî kirin.
Dayikên Aştiyê, Navenda Giştî ya ÎHD’ê, Yekitiya Tabîbên Tirk û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ji bo rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ji Wezareta Dadadê randevuya hevdîtinê xwestin. Lê daxwaza wan hat redkirin.
Girtiyê bi navê Mehmet Umît yê li girtîgeha Şakranê ye û cezayê muebetê girtiye, destekî wî tune ye. Mehmet 8 sale di girtîgehê de ye û 49 roj in di grevê de ye. Dayika Mehmet, Salîha Umît got kurê wê di grevê de 10 kîlo daye û got: “Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê ketin grevê. Bi hezaran girtî di grevê de ne. Ji tiştekî herî biçûk ya bê serê wan dewlet û wezîr berpirs e. Divê demildest daxwazên wan pêk bên . Divê dewlet pêngavê bavêje.”
‘Dema em diçin hevdîtinê rewşa derve dipirsin’
Salîhayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê rayagiştî xwedî li grevên wan derkevin û got: “Bila mirov li ser vê rewşê bisekinin. Em rabin ser piyan. Em dakevin kolana. Em diçin hevdîtina zarokên xwe rewşa derve dipirsin. Dibêjin ‘çima bêdengî heye’. Divê em hemû balê bikşînin ser vê rewşê.”
Abdullah Oral yê li girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê 20 sale girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn 74 roje di grevê e ye. Dayika Abdullah, Mehdiye Oral bi lêv kir ku daxwaza wan pir zelal e û wiha got: “Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Her kes vê dizane. Tecrîd tenê li ser Îmraliyê nîne. Leylayê bi armanca rakirina tecrîdê dest bi grevê kir. Divê raya giştî grevan zêdetir bike rojevê. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Em ji dil piştgiriyê didin zarokên xwe. Di tiştekî herî biçûk ya neyînî de wezareta dadê berpirs e.”
Dayika Çetîn Baran yê di grevê de jî, Eyde Baran wiha got: “Em naxwazin mirin çê bibin. Zarokên me ji bo tecrîdê ketine grevê. Wezareta Dadê deriyên xwe ji me re venekirin. Zarokê min nexweş e. Em li pişt zarokên xwe ne. Em piştgiriyê didin wan. Divê her kes deng derbixe. Bêdeng nemînin.”