JINHA ku di 8’ê Adarê de hat avakirin: Hîna rê nîşanî rojnamegerên jin dide
- 09:10 8 Adar 2019
- Rojane
AMED - Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeiyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşmeya ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.
Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney der barê girtina JINHA’yê de axivî û got; “Girtina JINHA’yê ne li hember ajansê ye li hember destkeftî û têkoşîna jinan e. JINHA ku pênûs û dengê jinên ku dengê wan nedihat bihistin, îro hîna rê nîşanî rojnamegerên jin dide.”
Dengê têkoşîna jinan JINHA
JINHA ji bo nêrînên mêran bişkînin, ji bo zimanê wan ê mêr biguherin, ji kameravanan bigire heta nûçegîhan, heta wênekêşên wan, heta edîtor, şefa nûçeyan, midûra nûçeyan hemû xebatkarên ajansê di çapemeniya alternatîf de helwestek muxalîf nîşan dan û hemû xebatkarê wê jin bûn. JINHA’yê hem wek rojnameger û hem jî wek têkoşîna jinan xebatên xwe meşand.
Şoreşa Rojava ewil JINHA’yê da bihîstin
Di encama têkoşîna mafdar û helweta bi biryar a JINHA’yê de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên wê bi kar neanîn êdî JINHA referans girtin. Li ser vî esasî nûçegîhanên di serî de çûn Rojava, nûçegîhanên JINHA’yê bûn. Ajansa ku yekem car îlan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dîsa JINHA bû. Nûçegîhanên JINHA’yê nûçegîhaniya şer jî kirin û şerê li Sûriyeyê şopand. Nûçegîhan tevî ku çend caran li Halep û Iraqê bûn hedef jî şerê germ ji gel re ragihandin.
Ji Şengalê heta Wanê, ji Wanê heta Enqereyê ji Enqereyê heta cîhanê
Her wiha di êrîşên li hemberî Şengalê de yekane nûçegîhana li Şengalê bû dîsa nûçegîhana JINHA’yê bû. JINHA ku di sala 2016’an de bi dildaran re 100 xebatkarên wê hebûn, li Rojava jî gihişt heman serkeftinê. Heta bi KHK’ê hat girtin, di serî de li Kobanê û Qamişlo li gelek bajaran nûçegîhanê wan hebûn û li Şengalê nûçegîhanên wan, li Silêmaniyê jî şax vekir. Li Tirkiyeyê jî li Amed, li Stenbol, Wan û Enqereyê şaxên wê hebûn.
Nûçegîhanên wê hatin girtin
Nûçegîhanên herêmê gelek caran rastî êrîşan hatin û bûn hedefa polîsan. Nûçegîhanên wê hatin binçavkirin û girtin. Nûçegîhanên JINHA’yê yên di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de bûyer şopandin li taxên şer lê hebû rojnamegeriya aştiyê kirin. Nûçegîhanên JINHA’yê ku li qadên şer nûçegîhanê kirin bi dehan carî hatin gulebarankirin. Nûçegîhana Wanê Vîltan Atmaca ji ber wêneyê Arîn Mîrkan parve kir hat girtin.Nûçegîhan Amedê Bêrîtan Canozer bi hinceta di dema şopandina nûçeyan de bi kelecan bû hat girtin. Nûçegîhana Wanê Rojda Oguz jî hat girtin.
Edîtora JINHA’yê Zehra hat berdan
Edîtora JINHA’yê Zehra Dogan ji ber nûçeyên Mêrdîn, Nisêbîn û Dêrikê hat girtin û di 24’ê Sibatê de hat berdan.
Li Farqîn, Sûr, Sîlopî, Nisêbîn, Dêrikê di qedexeyên derketina derve de nûçegîhanan bi mehan nûçe çêkirin û di pêngava rizgarkirina Şengalê de jî şer şopandin. JINHA’yê 5 salan tevî êrîşan tu gav şûnde navêt û nûçegîhaniya jinê meşand.
Berdevka Platforma Rojanmegerên Jin a Mezoptamyayê (MKGP) Ayşe Guney pêvajoya avakirina JINHA’yê û girtina wê nirxand. Ayşeyê da zanîn ku JINHA yekem ajansa nûçeyan a jinan a li Tirkiyeyê ye û bi lêv kir ku nûçegîhaniya rast û durist a daniye holê bandorek mezin di çapemeniyê de afirandiye.
‘JINHA’yê bi weşana xwe veguhertina zîhniyetê afirand’
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyeke ku jin her tim di rûpela sêyemîn de dibûn nûçe, JINHA’yê guherîneke mezin a zîhniyetê ya di weşangeriyê de afirand. Bi vê guherînê re, nêzîkatiyeke ku cesareta têkoşînê belav kir, qada cemawerî ji jinan re vekir û bixwebawerî da jinan, mijara gotinê ye. JINHA destkeftiyeke girîng ya tevgera jinên Kurd û têkoşîna femînîst ya bi sedsalan tê dayîn e. Girtina wê ya bi KHK’yê ne êrîşeke li hember ajansê ye. Êrîşek li hember têkoşîn û destkeftiya jinan bû. JINHA ku pênûs û dengê jinên ku dîroka wan nehatiye nivîsîn, dengê wan nehatiye bihîstine, îro hîna jî ji bo rojnamegerên jin rê nîşan dide.”