ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 8 Adar 2019
  • Rojev
*Dîplomata Rûs, Qasida Yekitiya Sovyetan û yekem wezîra jin a Hikûmeta Sovyet Alexandra Kollontaîn 67’emîn salvegera ku jiyana xwe ji dest dayî ye. Alexandra ku di demên xweş de nejiya, tevî zor û zehmetiyên ku ji bo jiyanê xweşik bike jiya, tu car poşman nebû, sekna xwe ya bi rûmet xera nekir.
 
*Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeiyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşmeya ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.
 
* Li Colemêrgê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê komira bê kalîte ya ji aliyê AKP’ê ve tê belavkirin, hem xwezayê û hem jî tenduristiya gel tehdîd dike.
 
*Nurtek Karan der barê ‘Komxebata Jinên Karker’ ya di 10’ê Adarê kedkarên jin pêk tîne de axivî û got: “Em dizanin ku çîna karkerên jin li dijî êrîşên dewletê û kapîtalîzmê berxwe didin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî komxebatê bibin.”DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê ku ji bo rewşa zarokên xwe yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê, ji Wezareta Dadê randevu xwestin, bi hinceta ‘karê me zêde ye’ randevu nedanê. Dayikan diyar kirin ku di tiştekî herî biçûk yê neyînî de wezîr û desthilatdarî berpirs e û banga ‘bikevin tevgerê’ li rayagiştî kirin.