HDP'ê li Stewrê buroyên hilbijartinê vekirin

  • 09:01 8 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP'ê li 4 navçeyên Mêrdînê xebatên hilbijartinê pêk anîn  û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Li Stewrê di vekirina buroya hilbijartinê de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî û ev tişt got: “Em ê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî bikin. Em ê bi rihê Newrozê jî tecrîda Îmraliyê bişkînin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di çarçoveya xebatên 31’ê Adarê de li navçeya Stewrê, Kerboran, Nisêbîn, Qoser û Dêrîkê xebatên xwe meşandin. Gel bi coşeke mezin HDP’ê pêşwazî kir. HDP'ê di çarçoveya hilbijartinên heremî de li bajaroka Awîna, Elfan û Barmanê  buroyên hilbijartinê vekir. Buroyên ku hatin vekirin di pêşengiya Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay de bi coşeke mezin  hatin vekirin. Beriya vekirinên buroyên hilbijartinê  gel bi gerandina govendê siyasetmedarên xwe pêşwazî kirin kir û di pêşwazîkirinê de gelek jinan cih girt. Kesên ku tevli vekirina buroyan bûn bi dirûşmên  “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Leyla Guven vîna me ye” piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê. 
 
Beriya vekirinên buroyên hilbijartinê Namzetê Hevşaredar ê  Stewrê Mehmet  Yasîn Kalkan, bal kişand ser giringiya hilbijartinên 31’ê Adarê û bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derbikevin. Namzeta Şaredariya Stewrê Gulîstan Oncu jî bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê û wiha got: “Bi rihê 31’ê Adarê em ê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.”
 
‘Em ê qayiman û faşîzmê di sindoqan de bifetisînin’
 
Di berdewamiyê de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay mafê axaftinê girt. Ebru, bi lêv kir ku li Tirkiye û li gelek welatên din grevên birçîbûnê dest pêkê kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Daxwaza wan daxwaza me ye. Heta ku tecrîda Îmraliyê neyê rakirin dê hevalên me dev ji çalakiyên xwe bernedin. Divê raya giştî jî zêdetir piştgiriyê bide wan. Li bajarên kurdan qayim tayînê şaredariyên me hatin kirin. Em bawer dikin ku di 31’ê Adarê de qayiman wekî ku hatine em ê bişînin. Şaredariyên me bi bêtonan hatine dorpêçkirin. Bi bêtonan dîwer kirin navbera xwe  û gel. Ji ber ku ew  ne ji bo gel ji bo rantê hatin.  Em ê qeyûman û faşîzmê di sindoqan de bifetisînin.”
 
Ebru, herî dawî bang li hemû jinan kir ku tevlî mitînga ku li Amedê ji bo 8’ê Adarê dê bê lidarxistin bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pîroz bikin. Bi rihê Newrozê jî tecrîda Îmraliyê bişkînin.”
 
Piştre bi rêzê li bajarokên  Elfan,  Barma û  Awîna  buroyên hilbijartinê hatin vekirin vekirin.