Fadîle Tok: 8'ê Adarê roja berxwedanê ye
- 17:22 7 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li seranserî cîhan û Kurdistanê tê pîrozkirin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi coşek mezin û bi ruhê berxwedana Leylayan û Fadîleyan tê pirozkirin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li seranserî cîhan û Kurdistanê tê pîrozkirin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi coşek mezin û bi ruhê berxwedana Leylayan û Fadîleyan tê piroz kirin.
Pîrozbahiya 8'ê Adarê bi tevlîbûna Gel û xwendevanên Wargehê bi cil û bergên xwe yên kurdî di demjimer 14:00’ an de li Navenda Çand û Hunerê bi deqeyek rezgirtinê dest pê kir. Li ser wate û giringiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîla Tok ku ev 49 rojin di çalekiya gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger deye axivî û got: “ Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî îro roja kedê ye 8'ê Adarê meha adarê li hember dijminatiyê kulîlkan vedike. Di vê rojê de li Amerîkayê 129 jinan li hemberi bê mafiyê serî hildabûn . Ji bo vê yekê ev roj roja berxwedaniyê ye, ez vê rojê li rêberê mirovahiyê, rêberê kedê pîroz dikim ji Wargeha Mexmûr em vê rojê li Rêberê xwe piroz dikin.”
'8'ê Adarê li jinên kurd pîroz be'
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîla Tok bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê di tewinînin em 8'ê Adarê li hemu berxwedêrên zindan piroz dikim. Ji bo 4 parçên Kurdistanê ku ev bi salan e li ber xwe didin em 8'ê Adarê li jinên kurd û tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin û dibêjin ku bila dilê şehîdên me şad be. Mizgîniya Azadiya Rêberê me nêzîke em ê bi berxwedana xwe azadiya Gelê Kurd misoger bikin.”
Çalakî bi govendê bi dawî bû
Piştî axaftina Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîla To ku di çalekiya gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Di çalakiya hat lidarxistin de koma folklorê ya Şehîd Arîn derket ser dike, piştre jî helbest hat xwendin. Koroya Kevana zêrîn jî stranaên Serdar Birîndar pêşkêş kirin.