Jin xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
- 17:03 7 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Komîteya amadekar ji bo şahiya 8'ê adarê bi hevkariya Şaredariya Kantona Qamişloyê amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin.
Komîteya amadekar ya amedekariyên Şahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi alîkariya Şaredariya Kantona Qamişloyê ji bo sibe ku 8'ê Adaarê pîroz bikin qada Hîmo dixemilînin.
Bi dehan endamên şaredariya Kantona Qamişlo û komîteya amadekar ji boxemilandina qada Hîmo amade bûn. Bi alên TEV-DEM'ê, Kongreya Star, YPJ/YPG'ê qad hat xemlandin.
Endama komîteya amadekar a 8’ê Adarê Munewer Mehmûd derbarê amadekariyên xwe de axivî û wiha got:" Em niha amadekariya ji bo sibe dikin, em qada Hîmo ji bo şahîyê bi gtiştî dixemlînin. Em ê bi coş û heyecanek pir mezin 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
Hêjayî goyinê ku dê sibê ji tevahî bajarên herêma Cizîrê bi hemû netewên xwe bi cil û bergên xwe yên kurdî li Qada Hîmo a bajarê Qamişlo kom bibin û bi hev re 8'ê adarê pîroz bikin.