Ayşe Acar Başaran: Daxwaza Leyla Guven daxwaza Gelê Kurd e
- 16:58 7 Adar 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi sedan girtiyan de daxuyanî da û got: "Ev daxwaz, ne tenê daxwaza hevalên me yên di greva birçîbûnê dene, daxwaza hemû gelê Kurde. Desthilatdarî heyî pêşeroja welat tehdît dike.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Colemêrgê, derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin de daxuyanî dan. Daxuyaniya bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 120 rojin berdewam dike, li avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxistgin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveber û endamên patiyan û namzetên hevşaredaran beşdarî daxuyaniyê bûn. Wekîla HDP'ê Ayşe daxuyanî da û wiha axivî: "Gelê Colemêrgê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengên xwe dan Guven û weke nûnera vîna xwe hilbijartin. Guven îro ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê têdikoşe."
Ayşe di dewama axaftina xwe de wiha got: "Di ketina 08’ê Adarê de em baş dizanin ku ev tecrîd li ser jinan e jî. Em dizanin ku ev tecrîd li ser ciwan û zarokên gelên Tirkiyeyê tê kirin. Tecrîd tê wateya şer. Helwesta li dijî tecrîdê jî tê wateya aştiyê. Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî û peymanên navneteweyî binpê dike. Li girtîgehan zextên mezin li girtiyan dikin. Li Tokatê vîtamîna B û karbonatê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.
Desthilatdariya heyî a niha gefê li ser dahatûya gelên Tirkiyeyê dixwe. Di roja 120’emîn a parlementera me de, em bang li desthilatdariyê dikin. Leyla Guven îradeya bi milyonan kesan e û ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê.”