Rojnameger Semra Turan hat berdan
- 16:58 7 Adar 2019
- Rojane
AMED - Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Semra Tûran û 3 kesên li Dersimê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî îfade dan dozger, sewqî dadgehê hatibûn kirin. Semra û 3 kesên hatin berdan.
Polîsan, duh li Dersimê, di serdegirtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Şaredara Berê ya Akpazarê Fadime Çetinkaya, Rêveberê HDP’ê yên berê Hidir Oduncu û Rêveberê DBP'ê Haskar Aytaç binçav kiribûn.
Rojnameger Semra û 3 kesên li Midûriyeta Polîsan a Bajêr dihatin girtin, sewqî edliyê hatin kirin. 4 kesên îfade dan dozger, , sewqî dadgehê hatin kirin. Semra û 3 kesên din hatin berdan.