Jin di çalakiyên 8'ê Adarê de hatin gel hev

  • 16:26 7 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û şahî li dar xistin û li dijî zîhniyeta baviksalar a rûxandinan pêk tîne peyama têkoşîna biryardariyê hat dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê  Ayşe Surucî jî li Rihayê axivî û wiha got, "Em ê ji vê pêvajoyê re bibêjin na" 
 
Li gelek navendên bajarên herêmê platform û saziyên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî û şahiyan li dar xistin. Jinan anîn ziman ew ê li dijî pergala serdest û baviksalar dê têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
Riha 
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li li navenda Rihayê daxuyanî da û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Jina azad, civaka azad, jiyana azad” vekirin. Li ser navê platformê Dîlek Polat axivî û got ew xwedî li têkoşîna jinan derdikevin. Parlamenter Ayşe Surucu jî got: “Em ê ji vê pêvajoya xerab re bêjin na.” Ayşe ji bo bêdengiya hikumetê ya li hember çalakiyên greva birçîbûnê bang li Wezîrê Dadê kir û xwest gavê biavêjin.” 
 
Jinan li ber erbaneyê govend gerand û dawî li çalakiya xwe anî. 
 
Êlih 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ên Êlihê û Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya 8’ê Adarê ku dê sibê li ber stadyuma kevn a Êlihê mitîngê li dar bixe li ser Bulvara Turgut Ozalê belavok belavkirin û banga beşdariya mitîngê li jinan kirin. Jinan fîstanên xwe yên kurdî li xwe kirin û li ber erbaneyê govend gerandin. Jin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê kom bûn û heta Kolana Gulistanê meşiyan û jinan vexwendin mitîngê. Dema jin dimeşiyan zilamên dirûşmên jinan bihîstin rabûn ser piya û li çepikan dan. 
 
Mêrsîn
 
Platforma Jinan Mêrsînê û Pêkhateya Jin Bi Hev Re Xurt in a Mêrsînê dê sibê êvarê li Yenîşehîrê meş li dar bixin. Saziyan bi daxuyaniya çapemeniyê jinên Mêrsînê vexwendin meşê. 
 
DÎlok 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Dîlokê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li avahiya partiyê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin beşdar bûn. Li sînevziyona 8’ê Adarê hat temaşekirin û jinan dirûşm berz kirin. Semra Guzel di civînê de axivî û got: “Wê tecrîd bi berxwedana jinan bê hilweşandin.” 
 
Amed 
 
Komeleya Jinan a Rosa li Amedê bi beşdariya jinên rêxistinên civakî yên sivîl re li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Komeleya Rosa bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl “Tora Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan” ava kir. 
 
Di civînê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî axivî û vê tora ava kirin e ji raya giştî re eşkere kir. 
 
Tora Têkoşîna bi tundiya li ser jinê re hat avakirin
 
Pasînlî got di nava vê torê de Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirova, Komîsyona Jinan a Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê, Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê ya Amedê, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî cih digirin.
 
Asli di dawiya daxuyaniyê de Protokola Hevkariya Tora Têkoşîna Li Dijî Şidetê xal bi xal parve kir.