Li Qersê 8’ê Adar bi bernameyeke taybet hat pîrozkirin
- 16:04 7 Adar 2019
- Rojane
QERS - Bi minesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Qersê ji aliyê jinan ve 8’ê Adar hat pîrozkirin.
Bi minesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Qersê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen li avahiya HDP’ê ji bo 8'ê Adarê bernameyek taybet hat lidarxistin û 8'ê Adarê hat pîrozkirin.
Di bernameyê de namzeta hevşaredariyê ya Qersê Şevîn Alaca axivî. Şevînê bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got ku jin hene û dê li her qadan jî hebin û wiha axivî;” Li cîhanê bi me jinan yêkem caran pergala hevserokatiyê tê afirandin. Li dijî hemû tunekirinan û hemû êrîşên mêrê desthilatdar me modela jinê ava kir. Partiya me bi avakirina pergala hevserokatiyê li cîhanê gaveke girîng avêt û ev nîşanî hemû cîhanê da. Jin derxistin qadên jiyanê û her mafekî jinan ji aliyê vê hişmendiyê ve hat xespkirin. Lê em jin hebûn û hene. Kesên ku hilberînin em în û yên ku dê rêve bibin jî em în. Di hemû 8’ê Adaran de em ê bibîn yek hêz û ber bi azadiya jinê ve bimeşîn. 8’ê Adar li hemû jinan pîroz be, Bijî 8’ê Adar.”
Piştî axaftinan li jinan qurnafîl hatin belavkirin.Bername bi tilîlî û dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.