'Têkoşera heqîqetê Ş.Îvana Hoffman'
- 15:45 7 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Bi hezaran Jinên cîhanê ku dilê wan ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango ji Şoreşa Jinê re lê dida tevlî tevegera azadiya Kurdistanê bûn û di oxira azadiya jinê û gelê bindest de canê xwe feda kirin. Ş.Îvana Hoffman têkoşera heqîqetê ye di Şoreşa Rojava de destanek nivîsand û muhra xwe lê da.
Navê dayika Îvana Hoffman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) Kossi û bavê wê Murat Îvana ye. Îvana di 1'ê Îlona 1995'an de li Efrîqayê çavê xwe li cîhanê vedike û li bajarê Diwîsborca Elmaniyayê bi malbata xwe re dijî û li wir mezin dibe. Îvana li Elmaniyayê piştgirî dida Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û dilê wê her kêlî ji wê re lê dida. Îvanayê pêşengtiya meş û çalakiyan ku li Elmanyayê dihat meşandin, dikir.
Têkoşera heqîqetê û rastiya jinê Îvana Hoffman xwest ku lêdana dilê xwe ji Şoreşa Rojava re bike rastî û kêliyên azadiyê dijî lewma di sala 2012'an de tevlî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û cihê xwe di nava Gerîlayên MLKP ê de digire. Îvanayê di sala 2014'an de ji Herêmên Mediyayê ber bi Rojavayê Kurdistanê de dikeve rê.
Îvana cihê xwe di gelek çeperên şer de ên Rojava û Bakurê Sûriyê de digire, herî dawî berê xwe dide Til Temirê ku çeteyên DAÎŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşê kir û di 7'ê Adara 2015'an de li gundê Til Nesrî piştî berxwedaniyeke mezin hember dijminên mirovahiyê, kir gihaşt asta şehadetê.
Da ku em bêtir jiyana Ş.Îvana nas bikin û bi xwendevanên xwe re parve bikin me hevdîtin bi Rêhevala Îvana Hoffman Yasmîn Azad Endama Jinên Komînîst MLKP ê re, kir.
Îvanayê li dijî dewlet û kapîtalîzmê di nava lêgerîna azadî û wekheviyê de bû
Yasmînê sersaxî ji malbata Îvana Hoffman re xwest û wiha got:"Ş.Îvana li hember zihniyeta dewletê û kapîtalîzmê her di nava lêgerîna azadiyê de bû. Îvana hember polîtîkayên qirkirin û şikandina îradeya jinê serî hilda. Îvanayê gelekî ji bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hez dikir her digot ez ji Mêrdînê me. Îvanayê bi rûkeniya xwe sînorên ku di nava welatan de herifand û bi rihê jina azad lêgerînvana heqîqetê tev digeriya. Di her kêliya jiyana xwe têkoşîna avakirina kesayeteke nû a jina azad a Efrîqî dida meşandin."
'Ez Şoreşa Rojava diparêzim ji ber pêşeroja xwe tê de dibînim'
Yasmînê her dixwest ku jin azad bibe û wiha pêl da axaftina xwe:"Hevaltiya wê bi jinan re pir cuda bû, ziman hember berxwedanî, hevaltî û têkoşîna wê pûç dibe. Îvana digot dema ku ez bi jinên Rojava re dijîm diçin cîhaneke din. Bi armanca her gaveke xwe diavêt, di nava rêhevalên xwe de xwedî sekin bû. Ş.Îvana digot dema ku ez Şoreşa Rojava diparêzin ez pêşeroja xwe wekî jineke azad tê de dibînim."
'Şehadeta Îvana bandor kir, bi sedan jinên Enternasyonal navê wê hilgirtin'
Yasmînê bandora şehadeta rêhevala wê Îvana li jinên cîhanê kiribû bibîr tîne û wiha pêde çû:"Şehadeta Îvanayê bandor li tevahî jinên cîhanê û taybet Efrîqiyayê kir, bi sedan jin navê Îvanayê rakirin û riya wê şopandin da ku amanca wê pêk bînin. Îvanayê xewn û xeyala wê ew bû ku jin ji koletiyê rizgar bibe û sînorên ku dewletê di navbera jinan de ava kiriye, bi têkoşîna xwe rabike û xwedî li keda xwe ya ku hatiye dizîn, derkeve û wê enerjiya xwe derxe holê."
'Xewna Îvanayê di têkbirina DAÎŞ' ê û rizgarkirina jinên Êzîdî de pêk hat'
Yasmînê xewna rêhevala xwe a têkbirina DAÎŞ ê û rizgarkirina jinên Êzîdî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îro em kêliyên dîrokî dijîn, bi sedan ji jinên Êzîdî ji pencên çeteyên DAÎŞ ê tên rizgarkirin û nefeseke azad dûrî tarîtî û rêgezên DAÎŞ'ê dikşînin. Têkbirina DAÎŞ ê bi hêz û îradeya jin pêk hat. Dewleta Tirk xwestin bi temsîlkirina cenezayê Barîn Kobanê hêz û îradeya jinê bidin şikandin lê hêrsa jinan hember dagirkeran mezintir bû. Xewna rêhevala me Îvana pêk hat lê têkoşîna guhertina zihniyetê hê bi dawî nebûye."
Merasîma Ş.Îvana Hoffman jina Enternasyonal li taxa Enteriya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hezaran gelê Rojava ,hat lidarxistin. Ji ber ku Îvana ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hez dikir, cenazeyê wê di Nisêbîna Bakurê Kurdistanê de derbas bû û ji aliyê malbata û Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya ve hat wergirtin. Di 14'ê Adara 2015'an de li Almaniyayê hat oxirkirin.