Li Hesekê derbarê jiyana Îvana Hoffman de sinevizyon hat temaşekirin

  • 15:28 7 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Li Hesekê derbarê jiyana Îvana Hoffman de sinevizyon hat temaşekirin.
 
Îvana Hoffan ku bi eslê xwe ji Efrîqiyayê ye, serî ji zihniyeta dewletê re netewand û li hember hemû polîtîlakên qirkirinê berxwe da. Di sala 2012'an de tevlî nava tevgera têkoşînê dibe. 
 
Îvana Hoffman  di 7'ê Adarê de li gundê Til Nesrî heta kêliya dawî berxwe dide û digihêje asta şehadetê.
 
Îro salvegera 4'emîn a şehadeta Ş.Îvana ye. Sinevsizyonek li ser jiyana wê li SMŞ' ê a bajarê Til Temirê bi beşdarbûna dehan jin û mêr hat temaşekirin.
 
Sinevizyon bi dirûşmeya' Jin Jiyan Azadî' bi dawî bû.