Rapora êrîşa zayendî hat aşkerekirin
- 15:27 7 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawizê û Tacîza Zayendî ya di Binçavan de, kir rapor û aşkere kir. Buroyê di raporê de diyar kir ku di sala 2018'an de 3 jin rastî êrîşa zayendî û 49 jin jî rastî tacîza zayendî hatin.
Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawizê û Tacîza Zayendî ya di Binçavan de, tacîz, tecawiz û êrîşa li dijî jinan a di bin çavan de kir rapor. Buroya Hiqûqê “Rapora Îstatîstîkên Sala 2018'an beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkere kir. Buroyê di raporê de anî ziman ku Komara Tirkiye di sala 2011'an de Peymana Stenbol a Konseya Ewropa îmze kiriye û divê li gorî hiqûqa vê îmzeyê tev bigere. Buroyê da zanîn ku her çend Tirkiye ev peyman îmze kiribe jî li ser kaxizê maye, nerîna feodal, mîlîter û serdestiya mêr nehatiye guhertin. Buroyê, anî ziman ku Dewleta Komara Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî li ber xwe dide û Ji ber vê yekê ew wekî rêxistinên jinan erka Komara Tirkiye bibîra wê dixwin û vê yeke pêşkêşî baldariya cemaweriyê dikin."
Di raporê de hat diyar kirin 52 jinên li Girtîgehên Tirkiye girtî bi sedema rastî êrîşa zayendî hatine serî li wan dane û wiha hat gotin: "3 jin rasti êrîşa zayendî hatine. 49 jin jî rastî tacîza zayendî hatine. Temenê wan di navbera 10 û 18-67 salî de ne.
Li gorî îstatîstîkan yên sûc kirine 32 jê polis, 5 jê esker/cendirme, 2 jê tîmên taybet, 9 gardiyan in. 5 kesên din erkdarê parastinê ne. 15 jê DAİŞ’î û yek eskerê Esad e.
Buroyê anî ziman ku ji roja Buroya Hiqûqê hatiye avakirin sala 1997'an de heta 31'ê Kanûna 2019'an, 649 kesan serlêdan kirine. Li Tirkiye 646 kesan serlêdan kirin. Li dervê welat 37
kesan serlêdan kir. Li Girtîgehên Tirkiye 72 jinan serledan kir. Di 21 salan de 105 jin di bin çavna de rastî êrişa zayendî hatin. Bi tevahî 105 jin rastî tacîza zayendî hatin. 544 jin rastî tacîza zayendî hatin. Li gorî van daneyan 389 kesên sûc kirin polis, 125 kesên sûc kirin esker, 33 kesên sûc kirin tîmên taybet, 22 kesên sûc kirine cerdevan, 66 kesên sûc kirin gardiyan in.