'Bi boneya 8'ê Adarê Parka Jingehê hat vekirin'
- 15:19 7 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Cejna Jinên cihanî Komîteya Şaredariya û Ekolojî ya Kantona Hesekê parka Jingehî vekirin.
Îro Komîteya Şaredariya û Ekolojî ya Kantona Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Roja jinên Cihanê parka jingehê li taxa Nasira bi merasîmekê vekirin. Deriyê parkê ji aliyê dayika Şehîd Mihemed Cîhan Husên hate vekirin .
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê meclisa Şaredariya Kantona Hesekê Raziya Ibrahîm axivî û Roja 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz kir û got:" Xweza bingeha jiyanê ye, ji dîrokê ve heta roja îro jî girêdana jinê bi xwezayê re heye û her li pêş dixe. Bi rihê 8'ê Adarê bi xweza bajarê xwe bixemilînin."
Merasîm bi starnên şoreşgerî û gerandina dîlanê bi dawî bû .