'Îvana Hoffman neviya Nêlson Mandela ye'
- 15:06 7 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi merasîmekê Ş.Îvana Hoffman bi nasnavê Avaşîn Têkoşîn Guneş hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin:"Îvana Hoffman neviya Nêlson Mandêla ye."
Îro salvegera 4'emîn ya şehadeta Îvana Hoffman jina ku ji Efrîqiyayê sala 2012'an de tevlî têkoşîna azadiyê bû û di 7'ê Adara 2015'an de li gundê Til Nesrî ê ya bajarê Til Temir jiyana xwe ji dest da.
Di merasîma bîranîna Îvana Hoffman de Endama Koordinisyona Kongreya Star Welîda Botê û gelek jinên Enternasyonal ên ku ji gundê JINWAR û bi dehan rêhevalên wê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
'Îvana muhra xwe li Şoreşê da'
Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Hûda Lişlaş axivî û wiha got:"Îvana û rêhevalên wê li dijî çeteyên ku dixwestin azadiya jinê û gelê ku bêhna azadiyê kişandine kole bike û şûna ronahiyê tarîtiya xwe ferz bike, şer kirin û gihaştin asta şehadetê. Îvanayê muhra xwe li şoreşa Rojava da."
'Aşûrî dê xwişka xwe Îvana Hoffman ji bîr nekin'
Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako axivî û wiha got:"Îvanayê da ku gelê Aşûrî û kurd û ereb rastî komkujiyan neyên bi rêhevalên xwe re berxwedaniyek bê hempa dan meşandin. Îvana Hoffman navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand. Agirê bedena pekrewanên riya me ronî dikin. Gel û jinên Aşûrî tu carî ji bîr nakin ku xwişkên wan ji welatên din li kêleka wan sekinîn û canê xwe feda kirin."
'Îvana ala azad û wekheviyê bilind dikir'
Endama Tabûra Enternasyonal Aras Cûdî got ku Îvana riya wan ronî kir û wiha dom kir:"Rêhevala me Îvana riyeke bi rûmet ji me re vekir. Îvana ala azadî, wekheviya gelan li asîmanê Elmanyayê bilind dikir. Îvanayê digot ,azadî û wekhevî di şoreşa Rojava de ye."
'Îvana me hînî têkoşînê kir'
Endama Jinên Komînîst ên MLKP ê Yasmîn Azad ev yek anî ziman:"Îvana me hînî têkoşînê dikir, ku jin divê çawa xwe azad bike û li hember zihniyeta dewlet û kapîtalîzmê serî hilde. Em deyîndarê rêhevala xwe ne. Em ê xewna Îvanayê tu carî nîvco nehêlin."
'Îvana neviya Nêlson Mandêla ye'
Endamê Rêveberiya PYD' ê Mihemed Seyîd Şêxmûs got ku Îvana neviya Nêlson Mandêla ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di dîroka gelê Efrîqayê de gelek kesayetên navdar ku hember neheqiyê têkoşîn kirine heye. Mînaka wê jî Nêlson Mandêla ye. Îvana Hoffman neviya Nêlson Mandêla ye."
Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd Çavkaniya jiyan û berxwedanê ne" bi dawî bû.