Jinên Qahê ji bo piştgiriya Leyla Guven daxuyanî dan

  • 14:57 7 Adar 2019
  • Rojane
LUBNAN - Bi armanca piştevaniya çalakiya Leyla Guven jinên herêma Qahê ya Lubnanê daxuyanî dan.
 
Li herêma Qahê ya Lubnanê bi pêşengtiye Kongreya Star jinên kurd yên li wê derê ji bo piştgiriya çalakiya parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven  daxuyanî dan .
 
Daxuyanî ji aliyê Endama  rêveberiya Kongreya Star a herêma Qahê Arzî Muhemed ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
" Bi navê Kongreya Star em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em wekî jin azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de  dibînin. Ji bo wê jî em deyindarê ramanên Rêberê xwe ne, çalakiya rûmetê a Leyla guven û rêhevalên wê em silav dikin ev berxwedana dîrokî berxwedana rûmetê ye.
 
Dewleta Tirkiyê bi salaye dijminatiye vîna mirovên azad dike, ji bo demokrasî û aşîtî belav nebe, mirovan qir dike, ji bo wê jî derketina kesayetên wekî Leyla Guven û neqebûlkirina zoriyê di esas de şoreşa jina azad derdixe pêş. Ji bo wê jî em dibêjin jinên kurd li kîjan devera dinyayê bin em dest bidin hev û li hember faşîzmê têbikoşin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo","Jin jiyan azadî" hat bi dawîkirin .