Zarokên li Baxozê hatin rizgarkirin wê radestî malbatên wan bên kirin

  • 14:27 7 Adar 2019
  • Rojane
DÊRA ZORÊ - 13 zarokên ku li do li Gundê Baxozê hatin rizgarkirin de teslîmî malbatên xwe bên kirin. 
 
Di encama operasyona QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê de do li Gundê Baxozê yê girêdayî Navçeya Hecînê ya Dêra Zorê 13 zarok ji DAÎŞ'ê hatibûn rizgarkirin. 
 
Zarokên ku tê diyarkirin di 3-4 saliya xwe de hatine revandin bi îşkenceyê rû bi rû mane û di perwerdeyên asîmilasyonê de derbas bûne. 
 
Zarokê bi navê Dilbirîn ê 10 salî diyar kir ku ew nizane malbata wî li ku derê ye û got ku xwişkek wî di destên DAÎŞ'ê de ne. Her wiha Dilbirîn da zanîn ku çeteyan ew kirine girtîgehê. 
 
Zarokên ku ew ê bibin Mala Êzidiyan wê dawiyê li Şengalê radestî malbatên wan bên kirin.