Ayşe Gokkan: Jinên Kurd bi serîhildana hatin heta vê rojê
- 12:10 7 Adar 2019
- Rojane
Şehriban Aslan
AMED - Aktivîsta TJA'ye Ayşe Gokkan derbarê pîrozbahî û amadekariyên 8'ê Adarê yên heta vê rojê de anî ziman ku Jinên Kurd bi serîhildana hatin heta vê rojê û ji jinên cîhanê re pêşengî kirine.
Têkoşîna jina Kurd em nikarin tenê bi 40 salî sînordar bikin. Her çiqas dîrokê gelek serfiraziyên jina Kurd nenivisandibe jî jinên Kurd di her qada jiyanê de serkeftinên mezin bidest xistine. Aktivîsta TJA'ye Ayşe Gokkan derbarê têkoşîna jina kurd de axivî û diyar kir ku jina Kurd tu carî gav paş de neavêtiye.
'Li erdnigariya kurdan zihniyeta mêr-dewletê bi bandor bû'
Ayşeyê da zanîn ku li Kurdistanê gelek serkeftin ji aliyê jinan ve hatin kirin û guhertinên mezin bû û wiha got:"Berê Kurdistan ji aliyê dewletê wekî cihê sirgunê dihat nîşandan. Cezayê sirgunê didan memûran û dişandan bajarên Kurdistanê. Li erdnigariya kurdan zihniyeta mêr-dewletê bi bandor bû. Lê jinên Kurd her dem li dijî vê yekê li berxwe da."
'Sakîne Cansiz nîşan da ku dê serîhildan çawa pêk were'
Ayşeyê di berdewamiyê de wiha got:"Serîhildana ku Sakine Cansiz di 12'ê Îlonê de li Zindanên Amedê da ji aliyê hemû kesî ve dihat zanîn. Li Kurdistanê ji bo girtî biavin keç, dayik an jî hevsera wan dianî û digotin "Heger hûn neaxivin em ê tecawizî wan bikin". 'Sakîne Cansiz nîşan da ku dê serîhildan çawa pêk were."
'Li dijî şideta li gundan jî jina Kurd li berxwe da'
Ayşeyê wiha domand:"Jinên Kurd berî ku beşdarî têkoşîna jinê bibin li hundur bi zexta mêr li derve jî bi zexta dewletê rû bi rû diman. Dema ku têkoşîna gerîla dest pê kir. Jinan gotin madem ew li çiyan dikarin têbikoşin çima em li vir nikarin têbikoşin. Gerîlayan li dijî tundiya li gundan serî hildan. Mêran ji ber têkoşîna gerîla êdî newêribûn tundî li jinê bikirana."
'Jinên li gund ji têkoşînê re pêşengî kirin'
Ayşeyê ji jiyana xwe mînakek da û wiha domand:" Jinek ku zewicî bû digot 'Ez li hinda xezûrê xwe nikaribûm biaxiviyam'. Lê diyar kir ku dema ku gerîla hatine gund wan kom kirine û gotine divê komisyona jina bê avakirin. Gotin divê tu di nav de cih bigire. Lê ji ber xezûrê xwe ew nikaribû biaxiviya. Dawiyê min gotiye ez bûk im ez nikarim. Wan jî gotine wê demê divê tu biaxive. Guhertinên ku li bajaran di demeke dirêj de pêk hatin li gundan hîn zû pêk hatin. Jinên li gund ji têkoşînê re pêşengî kirin. Tevgera têkoşînê hîn zû nas kirin. "
'Jinan li dijî Hizbullah û JÎTEM'ê têkoşînên mezin dan'
Ayşeyê da zanîn ku jin her roj dihatin tehdîtkirin û wiha got:"Di sala 1993'an de jina bi navê Ş. A dema li Dêrikê hat binçavkirin li qereqolê bi tecawizê rû bi rû ma. Bi serîhildana li dadgehê kir bi ser ket. Dîsa li Kurdistanê Dayika Qazê ya 55 salî li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat tecawizkirin. Demek dirêj şûnde serî li dadgehê da, ji ber ku fedî dikir. Piştre got ev şerm ne ya min a dewletê ye û tecawiza dewletê teşhîr kir. Di salên 1990'an de Hizbullah li ber deriyan rûdiniştin û jinan re digotin hatina we ya dibistanê guneh e. Digotin em ê we birevînin û bi satoran li jinan xistibûn. Dema jinan pantor li xwe dikirin bi kêran diçirandin. Jinan li dijî Hizbullah û JÎTEM'ê têkoşînên mezin dan."
'Yên yekem ji aliyê jinan ve hatin kirin'
Ayşeyê wiha dewam kir:"Yekîtiya Jinên Welatparêz ji bo jin netirsin zextên li ser xwe tu carî neanîn ziman. Her ku roj derbas bû têkoşîna jinê mezintir bû. Dema ku pirsgirêkek çê bû malbat dibûn yek û diketin greva birçîbûnê. Cara yekem li zindana Amedê jinan serî hildan. Yên yekem ji aliyê jinan ve hatin kirin"
'Rojên jinan zêde bûn û hatin organîzekirin
Ayşeyê da zanîn ku berê Kongreya Jinên Azad (KJA) dawiyê TJA hat avakirin û jinan têkoşîna xwe di bin vî banî de xurtir kirin. Ayşeyê got:"Li vê cîhanê cara yekem jinan bi awayekî bi rêxistin mafên xwe parastine. Rojên jinan zêde bûn û hatin organîzekirin. Loma azadiya jinê ya li Kurdistanê girîng e. Di serdema Tevgera Azadiya Demokratîk de me wekî jin dest bi kampanyayan dikir. Me bi dirûşma "Em jin ne namûsa mêr in" kampanya li dar xist. Di wan rojan de jinan qalibên civakê bêtir hilweşandin. Bandora gotinên Birêz Abdullah Ocalan ên "Heta jin azad nebin civak jî azad nabe" heye. Jinan ev gotin esas girtin û meşa xwe domandin."
Herî dawî Ayşeyê got li girtîgehan bi pêşengiya Leyla Guven serîhildanek tê lidarxistin û got ew ê bi vê serîhildanê li qadên 8'ê Adarê bin.