Rojnameger Semra Turan û 4 kes sewqî edliyê kirin
- 11:29 7 Adar 2019
- Rojane
DERSÎM - 4 kesên duh li Dersîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyê kirin. Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan a Dersîmê tê rawestandin.
Polîsan, duh li Dersimê bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan û gelek kesên din de girt. Polîsan li mala Semra lêgerîn kir û hemû eşyayên li malê serûbin kirin. Piştî lêgerînê Semra hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Polîsan di heman operasyonê de Şaredara Berê ya Akpazarê Fadime Çetinkaya, Rêveberê HDP’ê yê berê Hidir Oduncu û Rêveberê DBP'ê Haskar Aytaç binçav kirin. 4 kesên li gel Semra hatin binçavkirin îro serê sibê sewqî edliyê kirin. Lê Rojnameger Semra Turan jî hêj li Midûriyeta Polîsan tê rawestandin.