Ji Jinên Hesekê nameya ji bo Leyla Guven

  • 11:20 7 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên ciwan ên bajarê Hesekê ji bo piştevaniya xwe ya bi berxwedana Leyla Guven re name jê re şandin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 120'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam e. Ji Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê nûnerên gelek saziyan  Leylayê kirine. Bi boneya rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê komek jinên ciwan li Taxa Mifitiya bajarê Hesekê yê Rojava li hev kombûn û name ji bo sembola berxwedana sed salê Leyla Guven şandin. 
 
Jinên ciwan yên ji heman taxê Lîloz, Şîrîn, Necah û Semer di nameyên xwe de gotinên weke “Em jinên ciwan piştevanê te ne. Her kêlî tu di bîra me de ye. Berxwedana te mafdar e. Ji ber wê jî tu remz û sembola berxwedana sed salê yê” bi kar anîn. 
 
Di nameyê de wiha hat gotin:"
 
Lîloz Hemzo:"Ji bo sembola berxwedanê Leyla Guven, rêhevala hevaltiyê. Hestên min û tîpên ji pênûsa min derdikeve li hemberî wê berxwedana te kêm dimîne. Tu bûyê sembola berxwedana hemû jinên cîhanê. Ew helwesta te ne tenê kurd hemû cîhan ji zarokan, jinan, mêran, kal û pîran her kesê bandor dike."
 
Şîrîn Fetah:" Kulîlka serê çiyan, berxwedana binê zindanan, tu ji bo me hemû jinên ser vê xakê hêz û rûmet e. Serkeftin ji bo te û hemû hevalên weke te bi cesaret e."
 
Necah Meîş:" Slav ji bo te hevala ku ramanên Rêber Apo baş têgihiştiye. Bawer bike hevala min çiqas ji bo te binivîsim kêm e. Ez te hembêz dikim hemû heskirinên xwe nîşan didim."
 
Semer El Esed:" Name ji bo stêrka esman. Ez pir bi kelecan im ku ev name bigihe destê te. Ew hêza te dengek mezin bilind kir giha her devera cîhanê. Serkeftin ji bo vê helwesta te ya ji bo serfiraziya hemû gelan e. Silav û hezkirin."