'Em ê 8'ê Adarê bi serkeftina jinê ya li dijî DAÎŞ'ê pêşwazî bikin'

  • 11:14 7 Adar 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMİŞLO - Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan û Endama Jinên Komînistên Şoreşger Bêrîtan Asiya derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nêrînên xwe anî ziman û got:"Em ê 8'ê Adarê bi serkeftina jinê ya li dijî DAÎŞ'ê pêşwazî bikin."
 
Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan û Endama Jinên Komînistên Şoreşger Bêrîtan Asiya derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nêrînên xwe anî ziman û got:"Em ê jin heta dawiyê bi berxwedana wekî jinên Leyla, Sakîne, Zîlan û Avesteyan li berxwe bidin. Dê berxwedan û serkeftin a jinên têkoşer bin."
 
'Roja 8'ê Adarê roja têkoşînê ye'
 
Bêrîtanê wiha got:"8’ê Adarê roja jinê ya cîhanî bi pêşenga şoreşa cîhanê Kilara Zêtkîn ve hate dest pê kirin, di komcivîna jinên cîhanê de. Ji ber ku jinên New Yorkê yên kedkar ku mafê xwe dixwestin û li himber sîstemê bavik salar derketin, di sala 1857’an de ji aliyê hêzên desthilatdar ve di fabrîqayê de hatin şewitandin, loma jî  roja 8’ê Adarê bû roja jinên cîhanê. Roja 8'ê Adarê roja têkoşînê ye."
 
'Jinên Kurd DAÎŞ têk bir û bi ser ketin. Ji cîhanê re bûn mînak'
 
Bêrîtanê axaftinên xwe wiha berdwam kir:"Jin şideta ku ji aliyê civak û mêrê desthilatdar ve tê kirin nema qebûl dike û li himber destdirêjiya mêrr sînorek xêz kirine. Her wiha di roja 8’ê Adarê de jinên cîhanê bi giştî bi yek reng û dengî pêşwazî û pîroz dikin. Dibe ku di sala 2019’an de kêfxweşiya 8’ê Adarê roja jinên cîhanê cudatir û mezintir be. Îsal jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi têkbirina DAIŞ’ê û tunekirina hêzên desthilatdar 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jinên Kurd DAÎŞ têk bir û bi ser ketin. Ji cîhanê re bûn mînak."
 
'Dê berxwedan û serkeftin a jinên têkoşer bin'
 
Bêrîtanê wiha dawî li gotinên xwe anî:"Ez dîsa 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar û berxwedêr ên cîhanê pîroz dikim ku îro li himberî faşîzm û desthilatdariyê li berxwe didin. Em ê 8'ê Adarê bi serkeftina jinê ya li dijî DAÎŞ'ê pêşwazî bikin. Em ê jin heta dawiyê bi berxwedana wekî jinên Leyla, Sakîne, Zîlan û Avesteyan li berxwe bidin. Dê berxwedan û serkeftin a jinên têkoşer bin."