Li Qamişloyê parka bi navê Şehîd Barîn hat vekirin

  • 11:09 7 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta 8'ê adarê bi pêşengtiya Desteya Şaredariya  Kantona Qamişloyê parka bi navê Şehîd Barîn hat vekirin.
 
Bi boneya nêzîkbûna roja 8’ê Adarê roja  jinê ya cîhanê, bi pêşengtiya Desteya Şaredariya Kantona Qamişloyê yekemîn parka bi navê Şehîd Barîn li Qamişloyê hat vekirin. Bi tevlîbûna Desteya Şaredariya Kantona Qamişlo  û bi dehan endamê sazî û desteyên civaka sivîl  û rêveberiya xweser park hat vekirin. 
 
Di nava bexçeyê Şehîd Barîn de bi hezaran dar û gulên cuda hatine çandin. Her wiha malên kartopiyer ji bo çandina zebzeyan jî hatin çêkirin.
 
Hevseroka Desteya Şaredariyê ya Kantona Qamişloyê Sema Begdaş axivî û got:"Em ê her şehîdên xwe bi bîr bînin û rêya wan bişopînin."
 
Piştre jî kesên amade derbasî parkê bûn û şêranî jî hat belavkirin.
 
Di dawiyê de jî dîlan hat girtin.