Li JINWAR'ê şahiya 8'ê Adarê

  • 11:04 7 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Wesayeta Qada Şoreşa Jinê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Gundê Jinê li JINWAR'ê şahiyek li dar xist. 
 
Wesayeta Qada Şoreşa Jinê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Gundê Jinê li JINWAR'ê şahiyek li dar xist. Qada şahiyê bi al û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Jin bi cilên xwe yên Kurdî beşdarî şahiyê bûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Edama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Şepo axivî. Evînê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ku ew hêvî dikin 8'ê Adarê bibe wesîleya aştî û azadiya mayinde û got em hêvî dikin ku bi berxwedana Leyla Guven dê 8'ê Adarê bibe dengê hemû jinên cîhanê.  
 
Şahî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat bidawîkirin.