'8'ê Adarê bila bibe hêviya aştiyê ya hemû cîhanê'
- 10:53 7 Adar 2019
- Rojane
Ferîda Zada
ŞEHBA - Jinên Şehbayê derbarê 8'ê Adarê de axivîn û gotin:"8'ê Adarê bila bibe hêviya aştiyê ya hemû cîhanê."
Derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de jinên Şehbayê nêrînên xwe anîn ziman û gotini:"Em dixwazin jin êdî ji koletiyê rizgar bibin û zihniyeta baviksalarî têk biçe."
'Em ê li her li keda xwe xwedî derkevin'
Her wiha jina bi navê Sîhem Muhemed got:"Ji dîrokê heta niha her dem mêran zilim li jinan kiriye û koletî li ser wan ferz kiriye. Lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe li dijî vê yekê derketiye. Jin her dem kedkar û jêhatî ne. Niha li Şehbayê jî jin bi keda destên xwe li ser piyan disekine. Em ê li her li keda xwe xwedî derkevin."
'Em hêvî dikin ku ev 8'ê Adarê aştî û azadiyê ji hemû jinên li cîhanê bîne'
Jina bi navê Esmehan Horo got:"Em di 8'ê Adarê de ji bo hemû jinan serkeftinê dixwazin. Jin bi salane ku ji bo mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin dixebitin û têdikoşin. Em hêvî dikin ku ev 8'ê Adarê aştî û azadiyê ji hemû jinên li cîhanê bîne."
'Em ê ji bo azadiya jinê her dem têbikoşin'
Jina bi navê Ferîde Aelo wiha got:"Jinên ku bi salane di bin zexta mêr de hatiye çewisandin her dem di nava têkoşîna azadiyê de ne. Loma roja 8'ê Adarê ji bo jinan roja têkoşînê ye. Em ê ji bo azadiya jinê her dem têbikoşin. 8'ê Adarê bila bibe hêviya aştiyê ya hemû cîhanê. Em dixwazin jin êdî ji koletiyê rizgar bibin û zihniyeta baviksalarî têk biçe."
Ji aliyekî din ve jî mêrê bi navê Arêf Muse jî got:"Jin ji bo pêşketina civakê rolek mezin dilîze loma divê hemû kes li mafê jinê xwedî derkeve."